Mazlûm Ebdî: Em amade ne bi Tirkiyeyê re bicivin

Hewlêr (Rûdaw) – Fermanderê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ragihand, ew amade ne bi Tirkiyeyê re ji bo çareserkirina pirsgirêkan bicivin.

Li bajarê Kobaniyê bi beşdariya bi hezaran kesan 12emîn salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê hat pîrozkirin.

Fermandarê HSDyê Mazlûm Ebdî jî bi rêya vîdeoyekê "Şoreşa Rojavayê Kurdistanê" ya 19ê Tîrmehê li gelên herêmê pîroz kir.

Mazlûm Ebdî di axaftina xwe de anî ziman ku ew amade ne di çarçevê çareserkirina pirsgirêkan de bi hemû aliyan re gotûbêjan bikin.

Fermandarê HSDyê tekez kir ku tenê bi rêya çareseriya siyasî pirsgirêka Sûriyeyê dê bê çareserkirin.

Mazlûm Ebdî herwiha da zanîn ku ew dê berdewam bikin li ser siyaseta xwe ya li hemberî yekparçeya xaka Sûriyeyê.

Di beşeke din axaftina xwe de Mazlûm Ebdî eşkere kir ku ew amade ne  dest bi danûstandinê li gel her aliyekê bikin di nava wan de Tirkiye jî.