Rapor: Li Bakurê Kurdistanê di 17 salan de 290 kes ji aliyê polîsan ve hatine kuştin

8 demjimêr berê
Ferdî Sak
Mehmet Tursun/Wêne: Rûdaw
Mehmet Tursun/Wêne: Rûdaw
Nîşan Bakurê Kurdistanê Kuştina Polîs Weqfa Baran Tursun Mehmet Tursun
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Weqfa Baran Tursun ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 17 salan de 451 kes ji aliyê polîsan ve hatine kuştin.

Weqfa Baran Tursun ku navenda wê li parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê ye rapora kesên di 2007-2024an de ji aliyê polîsan ve hatine kuştin belav kir.

Weqfa Baran Tursun di rapora xwe de da zanîn ku ji sala 2007an heta Tîrmeha 2024an wate di 17 salên dawî de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 451 kes bi gule, fîşekên gazê û lêdana otomobîlên polîsan hatine kuştin.

Kuştinên herî zêde li parêzgehên Bakurê Kurdistanê ne û piraniya kesên hatine kuştin zarok û ciwan in.

Serok û damezrênerê weqfê Mehmet Tursun derbarê raporê de ji Rûdawê re axivî.

“Tenê li Şirnexê 91 kes hatine kuştin”

Mehmet Tursun got, “Ji 451 kuştinan 91ê wan tenê li Şirnexê ne.

66ê wan li Amedê û 21ê wan li Mêrdînê ne û wiha berdewam dike.

Dema em vê yekê li deveran belav dikin devera Rojhilatê Anatolyayê ku Kurd zêdetir lê dijîn 219 kes li wan cihan hatine kuştin ku tenê Kurd lê dijîn.

Li Egeyê 37 kes û li herêma Anatolyaya Navîn jî 34 kes hatine kuştin.

Ji xwe dema tu 290 kesan û 34 kesan bidî berhev diyar dibe ku li vê derê dewlet li bajaran jî cûdahiyê dike. ”

90 ji wan zarokên Kurd in

Li gorî raporê ji 451 kesên bi destên polîsan hatine kuştin 290 ji wan li Bakurê Kurdistanê û 161 ê wan jî li bajarên Tirkiyeyê ne.

Ji wan 98 zarok in û 90 ji wan jî zarokên Kurd in.

“Kurd ji wan re wekî terorîst tên pênasekirin”

Mehmet Tursun sedema kuştinên zêde yên li Bakurê Kurdistanê bi helwêsta dewletê û malbatên polîs û hêzên ewlehiyê ya li hember Kurdan ve girê dide û wiha pê de çû:

“Piştî ku ji dayik, bav û akademiya polîsan Kurd ji wan re wekî terorîst hatin pênasekirin û fêrî vê yekê bûn, ev (polîs) dibin xwedî pîşe.

Piştre tên Amed, Cizîr û Şirnexê. Destpêkê dibêjin ji xwe ev terorîst in. Hûn çi lêkolîn bikin jî bikin ew wiha difikirin.

Ya duyem dibêjin eger `ez van bikujim ji xwe li gorî wê perwerdeya ku li zanîngehê ji min re hatiye dayîn ez ceza jî wernagirim.`

Dema rewş wiha be mekanîzmaya wan a parastinê derdikeve holê û bûyerên kuştinê asayî dibin.”

Baran Tursun li Îzmîrê ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin

Weqfa Baran Tursun ji aliyê malbata Tursun a Amedî ve sala 2010an hat avakirin ku kurê wan Baran Tursunê 20 salî jî sala 2007an li Îzmîrê bi guleya polîsan hatibû kuştin.

Weqfa Baran Tursun bi hevahengî û hevkariya çend saziyên navneteweyî yên wekî Unicef û Neteweyên Yekbûyî kar dike. Derbarê binpêkirinên polîsan de raporan amade dike û piştîvaniya hiqûqî jî dide malbatên qurbaniyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst