Amed: Nexweşê cara yekem "Tîrêja Tirk" li ser wî hatiye ceribandin gilî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Krudistanê nexweşê ku cara yekem "Tîrêja Tirk" li ser wî hatibû ceribandin wekî “kobay” hatibû bikaranên gilî kir.

Parêzgeha Amedê çend roj berê bi skandala cêribandina "rêbazeke çareseriya Coronayê" li ser xelkê wê bûbû rojev.

Sala 2020î di  serdema ku Corona herî berbelav bû bi îdiaya ku dê nexweşên Coronayê bêyî derman bi rêya tîrêjan bên çareserkirin  li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê a Amedê cara yekem "Tîrêja Tirk" li ser nexweşên parêzgehê hat cêribandin ku bêdestûr bû û ji aliyê zanistî ve pişkînîna wê nehatibû kirin.

Akademîsyen û Endamê Odeya Bijîşkan a Amedê Prof. Dr. Cenap Ekîncî ragihand ku sala 2020î li Amedê di dema nexweşiya Coronayê de amûreke bi navê “Tîrêja Tirk” hatiye bikaranîn ku bêdestûr bûye û ji aliyê zanistî ve pişkînîna wê nehatiye kirin.

Prof. Dr. Cenap Ekîncî beşdarî bultena Rûdawê bûbû û li ser mijarê axivî bû.

Ekîncî got, "Hûn dibêjin Tîrêja Tirk lê ez dibêjim tîrêja reş û xiyanetê ye."

Prof. Dr. Cenap Ekîncî cara yekem ew îdia anîbû rojevê.

Ekîncî roja Înê ligel Mahmut Orak ku yekem kes e “Tîrêja Tirk” li ser hatiye ceribandin derbarê mijarê de li dadgehê giliyê berpirsan kir.

“We çima Amed wekî testa cêribandinê bikar anî?”

Prof. Dr. Cenap Ekîncî got, “Em dibêjin, we çima Amed wekî testa cêribandinê bikar anî?

We çima ev yek li Enqere, Stenbol an li cihekî din nekir û hûn hatin we birayê me yê Mahmut ê hejar ku bi zorê debara xwe dike bi qest hilbijart û piştre we got rewşa wî baş bûye.

Ev beriya Mahmut li ser çend kesan hatiye ceribandin?

Em hejmara yên ku mirine nizanin lê Mahmut Orak dibêje ku wî bihîstiye li wê derê hinek kes mirine lê hejmara wan nizane.

Me niha gilî kir û birayê me yê Mahmut jî gilî tomar kir. Me belgeyên pêwîst ên pizîşkî jî pêşkêş kirin.”

Mahmut Orak behsa proseya bikaranîna wê rêbaza çareseriyê dike û dibêje wî heta niha ji tirsa gilî tomar nekiriye û ji tendirustiya xwe jî nîgeran e.

“Bijîşk ji min re got `şikir bike ku tu dijî`”

Mahmut Orak nexweşê ku `Tîrêja Tirk` li ser wî hatiye cêribandin wiha axivî:

“Min pêwendî bi malbata xwe kir û wan got min gelo xebera te jê heye tu wekî Kobay bikar anîne.

Piştre bi rastî ez gelekî xemgîn bûm. Min nedizanî canê mirovan hewqasî erzan e û min nedizanî dê min wek kobay bikar bînin.

Piştî wê bi çend rojan min test çêkir. Testa min hinek caran negatîv û hinek caran pozîtîv derdiket.

Piştre ez ji nexweşxaneyê şandim malê. Lê baweriya min bi testa wan nehat û min li nexweşxaneyeke din test çêkir.

Piştî wê jî ez bi wî bijîşkê pêwendîdar re axivîm û min got çima encam wiha ne û çima ez wekî kobay hatime bikar anîn? Wî ji min re got şikir bike ku tu dijî.”

Heta niha nayê zanîn ka li Amedê "Tîrêja Tirk" li ser çend kesan hatiye ceribandin.

Lê Wezîrê nû yê Tenduristî yê Tirkiyeyê Kemal Memîşoglu roja Çareşemê ragihand ku lêpirsîna dadî ya derbarê mijarê de berdewam e û eger temam bû dê encam bi zelalî bi raya giştî re bên parvekirin.