Ji bo 9 parêzgehan hişyariya lehiyê hat dayîn

9 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê Baran Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku tê pêşbînîkirin li 9 parêzgehan baraneke gur bibare ku 5 ji wan parêzgehên Bakurê  Kurdistanê ne.

Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê îro li parêzgehên Erzirom, Qers, Erdexan, Îdir û Agirîyê barana gur dibare û egera lehiyê heye.

Saziya keşnasiyê tekez kir li 4 parêzgehên Tirkiyeyê jî heman rewş heye û divê ji ber egera lehiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Li parêzgehên Qers û Erziromê yên Bakurê Kurdistanê barana ku çend roj in dibare bandoreke neyînî li jiyana welatiyan dike.

Doh li navçeyên Qamûşan, Qaxizman û Selîmê yên Qersê piştî baranê lehî rabû û zerarên madî gihandin 6 gundan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst