Semsûr: Kesekî hevjîna xwe ya dayika sê zarokan xeniqand

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê kesekî hevjîna xwe ya dayika sê zarokan xeniqand û termê wê jî avêt nav bexçe.

Bûyer doh li taxa Bahçelîevlerê ya Semsûrê çêbû.

Li gorî zanyariyan Kemal B. li malê ji ber sedemeke nediyar hevjîna xwe Esma B. ya 41 salî xeniqand û piştre termê wê xist çewalekî û avêt nav bexçe.

Li ser belavbûna bêhnê cîranan agahî dan polîsan.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristî çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê termê jina navborî  bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.

Polîsan derbarê bûyerê de lêkolîn dan destpêkirin û Kemal B. desteser kirin.

Hat ragihandin ku Esma B. dayika sê zarokan bûye.

Îsal 221 jin hatine kuştin

Li gorî raporeke Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê îsal li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 221 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Li gor heman raporê 109 jinên ku hatine kuştin zewicî bûne, 56 jin nezewicî, 32 jî rewşa wan a medeni ne diyar e.

126 jin li mala xwe hatine kuştin, 7 li cihê ku kar dikirin û 66 jin jî li cihên giştî hatine kuştin.