DEM Partî: Gotina Demîrtaş gotina me ye

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê li ser cezayê bo Demirtaş nerazîbûna xwe nîşan da û got, “Gotina Demîrtaş gotina me ye, em li pişt gotinên wî ne.”

14emîn Dadgeha Cezayan a Mersînê ji ber axaftinên wî yên di mîtîngan de 2 sal û 6 meh ceza li Selahattîn Demîrtaş birîn.

“Gotina Demirtaş gotina me ye”

DEM Partiyê Doh li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li ser 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê ji bo Selahattîn Demîrtaş nerazîbûna nîşan da.

DEM Partiyê di daxuyaniyê de got, “Em û gel wî 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê ku îro ji bo Demîrtaş hatiye dayîn tune dihesibînin.

Gotina Demirtaş gotina me ye û çi gotibe em li pişt gotinên wî ne.”

“Ev biryar ne hiqûqî ye”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî heman rojê li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê biryarê de peyamek belav kir û nerazîbûna nîşan da.

Bakirhan got: “Hevalê me yê têkoşînê birêz Selahattîn Demîrtaş ji ber dijî siyaseta mirinê ya desthilatê parastina jiyanê kiriye ji bo wî 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hatiye dayîn.

Ev biryar ne hiqûqî ye û ti hêz nikare heqîqetê bi cezayên girtîgehê ji holê rake.

Berdêla wê çiqasî giran be jî em dê li ser parastina jiyanê berdewam bin.”

2 sal û 6 meh ceza hat birîn

Derbarê Hevserokê berê yê HDPyê Selahattin Demirtaş de ji ber çend axaftinên wî yên ku di salên 2015-2017an de li parêzgehên Amed, Mêrdîn, Enqere û Mersînê kirine, bi hinceta "heqaret li serokkmar û hikûmet û organên dewletê kiriye" doz hatibû vekirin.

19ê Tîrmehê rûniştina dozê li 14emîn Dadgeha Cezayan a Mersînê hat kirin.

Demîrtaş ji girtîgeha Edîrenyê bi rêya Sîstema Deng û Reng (SEGBÎS) beşdarî dozê bû.

Dadgehê 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Demîrtaş birî.

Selahattin Demirtaş bi hinceta "endamtî û propagandaya rêxistinê" di çarçoveya Doza Kobanî de ji 4ê Çiriya Pêşîna sala 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye.

22yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê 16ê Gulana 2024an di rûniştina 83yemîn a Doza Kobanî de Selahattin Demirtaş bi 42 salan cezayê girtîgehê ceza kiribû.