Li Başûrê Kurdistanê fermandarekî Tirkiyeyê hat kuştin

13 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan PKK Artêşa Tirkiyeyê Abdullah Cem Demirkan Pençe Kilîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê fermandarekî wan ê pilebilind hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, serhengê bi navê Abdullah Cem Demirkan 4ê Tîrmehê li herêma operasyona “Pençe Kilîdê” di encama teqîna bombeyeke destçêkirî de birîndar bûye.

Wezaretê da zanîn, Abdullah Cem Demirkanê ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gulhaneyê dihat dermankirin 19ê Tîrmehê miriye.

Artêşa Tirkiyeyê di van demên dawî de li Herêma Kurdistanê li hemberî gerîlayên PKKyê operasyoneke berfireh daye destpêkirin.

Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst