Bûyereke din a şikestina cemedên çiya; Ciwanekî Kurd canê xwe ji dest da

20-07-2023
RÛDAW
Nîşan Pirje Çoman Hewlêr Şikestina Cemedên Çiya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Pirje ya li navçeya Çomanê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve cemedên çiya şikestin û ciwanek di bin cemedê de ma û di encam de canê xwe ji dest da.

Bûyer roja Çarşemê 19ê Tîrmehê piştî nîvro çêbûye. Ciwanê ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest daye, navê wî Hoşyar Ebdulkerîm û 35 salî ye, nişteciyê gundê Girbewîle yê li sînorê nahyeya Roviya ya ser bi parêzgeha Duhokê ve ye û çar zarokên wî hene.

Rêveberê nahyeya Roviyayê, Menhel Muwefeq Şehab ji Rûdawê re got, Hoşyarê 35 salî bi hejmarek hevalên xwe re çûbûn seyrangeha Pirje ya li Çomanê, lê ji ber şikestina cemeda li çiya bi giranî birîndar dibe û dema wî digihînin Nexweşxaneya Çomanê, canê xwe ji dest dide.

Peyamnêrê Rûdawê li Soranê, Endam Cebar jî ragihand, ji sala 2017an ve heta niha 3 kesên din bi heman sedema şikestina cemeda li seyrangeha Pirje jiyana xwe ji dest dane, di 2017an de du kes û di 2021an de jî kesek li heman cihî jiyana xwe ji dest dane.

Pirje herêmeke geştiyariyê ya hênik, bi berf û têr av e. Di her çar demsalan de berf lê heye û di havînan de jî gelekî hênik e. Bi bilindbûna pileyên germê di havînan de, gelek geştyar ji navçeyên din ên Kurdistanê û ji Iraqê serdana wê navçeya çiyayî dikin.

Pirje li nêzî gundê Wêze yê Çomanê ye, di heman demê de dikeve quntarê çiyayê Qered û hevsînor e li gel bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê.

Roja 16ê vê mehê li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê jî di bûyereke din de cemedên Çiyayê Cîlo şikestibûn û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dabûn û 2 kes jî hatibûn rizgarkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst