Li Sineyê 3 çalakvanên karkeriyê hatin cezakirin

20-07-2023
RÛDAW
Nîşan Sine Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sê çalakvanên karkeriyê bi tohmeta hewldan li dijî ewlehiya netewî ya Îranê ji aliyê dadgeha Şoreşê ya bajarê Sineyê ve bi 51 meh cezayê girtîgehê hatin cezakirin.

Li gor Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê; Ebdullah Xeyrabadî, Îqbal Pîşkarî û Îqbal Şabanî bi endamtiya Komeleyê û bi vê yekê dijberiya ewlehiya neteweyî ya Îranê hatine tohmetbarkirin.

Ew her sê çalakvanên Kurd di meha duyemîn a bihara îsal de tevî 6 çalakvanên din ên karkeriyê hatibûn desteserkirin. Sê ji karkeran beriya niha 39 meh cezayê girtîgehê li wan hatibû birîn.

Li gor agahiyan, dadgehê bo Ebdullah Xeyrabadî 9 meh, Îqbal Pîşkarî salek û Îqbal Şabanî 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê daye.

Ew çalakvan di bihara îsal de serdana malbata Humen Ebdullah, yek ji qurbaniyên xwepêşandanên par ên li Sineyê kiribûn, lê piştî serdanê hatibûn desteserkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst