Tirkiyê av li ser milyonek welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê qut kiriye

20-07-2023
Loloxan
Kirîza avê li Hesekê her diçe girantir dibe
Kirîza avê li Hesekê her diçe girantir dibe
Nîşan Westgeha Elok Rojavayê Kurdistanê Av Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Krîza avê li Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê her diçe dijwartir dibe û xelkê navçeyê êdî ji nebûna avê bêzar bûne. Tirkiyê û grûpên çekdar ku Westgeha Elokê ji 2019an ve dagir kirine av li ser milyonek welatiyên Rojavayê Kurdistanê birîne.

Li bajarê Hesekê welatî tevî rewşa aborî ya xirab neçar in avê ji tankeran bikirin. Ava ku tê dabeşkirin jî ne paqij e û bûye sedema belavbûna nexweşiyan.

Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê, hikûmeta Tirkiyê tohmetbar dikin ku avê weke çek li dijî welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bikar tine. Rêveberê Ava Hesekê dibêje tevî rêkeftina bi navbênkariya UNICEF û Xaça Sor a Navdewletî li ser ava Elokê lê Tirkiyê pabendî rêkeftinê nabe.

Qutkirina ava Westgeha Elokê li navçeya Serê Kaniyê ya dagîrkirî ji aliyê Tirkiye ve li ser zêdeyî 1 milyon kes li bajar û derdorê derd û êşên xelkê xirabtir kirine.

Nişteciya Heseke Sara Ebdellah dibêje: “Ev çar sal in av li ser me qut kirine, lewra em avê dikirin. Ev tank her 5 rojan carekê tê dagirtin, her malek tenê dikare 2 demecan av jê dagire, em li ser avê şer dikin. Zarokên me berdewam nexweş dikevin, pizîşk dibêjin  ji ber vê avê ye.”

Ji destpêka havîna îsal ve Tirkiye ava Westgeha Elokê li ser bajarê Heseke qut kiriye, ava di bin erda bajarê Heseke de jî şor e, lewra xelkê bajar tenê li ser ava ku tanker ji bîrên  navçeyên dûr vediguhêzin dijîn, di encam de ji ber vê ava nepaqij nexsweşî li bajar û derdorê derketine.

Pizîşkê Nexweşxaneya Gel li Hesekê Dr.Faris Hemo jî got: “Piştî qutkirina ava Westgeha Elokê ya paqij, xelkê bajar ava xwe ji çavkaniyên ne piştrastkirî werdigirin, wate ew av standardên quwalîta cîhanî lixwe nagire, ev yek bûye sedema zêdebûna nexweşan û derketina nexweşiyên wek zikçûn, tîfo, salmonella û kolêrayê, lewra bi dehan nexweş tên ba me, bi taybetî zarok.”

Hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser, Tirkiye bi qutkirina ava Sentrala Ellok tohmetbar dikin, di dema Tirkiye dibêje, Hêzên Sûriyeya Demokratîk elektrîka pêwîst bo Westgeha Elokê naşînin lewra krîza avê derketiye.

Rêvebera Ava Hesekê Newwar Mehmûd Sebrî jî got: “Rêkeftina ku bi navbênkariya UNICEF û Xaça Sor a Navdewletî çêbû, armanca wê Westgeha Elokê avê bide zêdeyî 1 milyon nişteciyên Hesekê û derdorê, lê Tirkiye û grûpên çekdar pabendî rêkeftinê nebûn, ku av beramberî elektrîkê bû. Lewra rewşa xelkê zehmet e. Av jiyan e. Em hawara xwe digihînin aliyên peywendîdar, sentrala avê ya Elokê wek kaxezeke guşarê ji dest Tirkiye dijî Rêveberiya Xweser derxînin.”

3ê Temûza 2023an, Rêveberiya Avê ya ser bi Rêveberiya  Xweser ve bajarê Heseke û derdorê ji ber qutkirina ava Westgeha Elok û derketina krîza avê wek navçeyeke karesatê binav kir. Ji payîza 2019an ve û heta Temûza 2023an Tirkiye zêdeyî 40 caran ava Westgeha Elokê li ser Heseke qut kiriye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst