Li Wanê jinekê projeya xwedîkirina masiyan û navenda geştyariyê ava kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Wanê jineke 29 salî ji xwe re navendeke xwedîkirina masiyan ava kiriye, seyrangeh û xwaringehek jî li kêlekê wê daniye û li navçeya Westanê pêşwaziya geştyar û mêvanan dike.

Navendeke xwedîkirina masiyan, seyrangeh û xwaringeha jineke 29 salî ye ku li navçeya Westanê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ve ye.

Mayis Şeker beriya 2 salan ev cihê xwedîkirina masiyan ku bavê wê berî 10 salan li ser zeviya xwe ava kiriye ji bavê xwe wergirtiye û dibêje armanca wê ji mezinkirin û berfirehkirina vî karî bihêzkirina geştyariyê ye.

Karsaz Mayis Şeker got, “Bavê min cihekî xwedîkirina masiyên deqsor vekir, pişt re ew kar dewrî min kir. Min jî li kêleka wê dest bi karê xwaringeh û seyrangehê kir. Min ji KOSGEB û FAO piştgiriya teknîka kar û avahîsaziya cihê kar wergirt.”

Ji bo mezinkirina vî cihê kar Mayis Şeker ji Rêxistina Xorak û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) û Rêveberiya Pêşketin û Piştgiriya Karsazên Biçûk û Navîn (KOSGER) piştgirî wergirtiye û bi vî awayî karê xwe mezin kiriye ku niha bûye cihê kêfê ji bo welatiyan. Wek ew dibêje, dixwaze ji bo jinên ku dixwazin bibin xwediyên kar bibe mînak.

Karsaz Mayis Şeker li ser karê xwe anî ziman, “Niha em wek xwaringeh û seyrangehê kar dikin û di heman demê de hewzên me yên ku 29 ton masiyên ala tê de bên xwedîkirin hene. Projeya me karekî malbatî ye lê dema xelk dibîne ku jinek vî karî birêve dibe ji bo wan balkêş tê û her wiha gelekî ji karê me razî ne. Ez jî ji karê xwe razî me û jê hez dikim.”

Li kêleka dahata seyrangeh û xwaringehê salane li vî cihî 10 ton masî tên berhemanîn. Ew van masiyan hem li cihê xwe difiroşin û hem jî difiroşin esnafên bajêr.

Li gor amarên Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Wanê di sala 2022an de, salane ji 38 cihên xwedîkirina masiyên deqsor 3 hezar ton masî û 28 milyon çêlikên masiyên deqsor tên berhemanîn.