Du zanîngeh qedand lê bû bêrîvan

20-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Derya Taşar a 27 salî ku li gundê Sinavayê yê ser bi navçeya Gevera a Celemêrga Bakurê Kurdistanê dijî,  piştî perwerdeya du zanîngehan qedand, niha li gundê xwe 45 serî pez xwedî dike û wan her roj didoşe.

Derya Taşara di 2017an de ji beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Çewlîgê û beşa Xizmetên Civakî ya Fakulteya Perwerdeya Derva ya Zanîngeha Anadoluyê derçû û li Komeleya Jinan a Geverê  wek civaknas dest bi kar kir.

Taşar xwest wek jineke muteşebîs dest bi xwedîkirina pez bike û di çarçoveya "Projeya Pêşvabirina Heywandariyê" de  Îdareya Taybet a Bajêr 20 serî pez wergirt.

Nergîz Taşar / Wêne: AA

Taşar par jî dest bi perwerdeya Beşa Geşedana Zarokan a Zanîngeha Stenbolê kir, niha him ji derve ve perwerdeya xwe didomîne û him jî 45 serî pez xwedî dike.

Bi jêhatîbûna Taşar ji jinan ra bû mînak û alîkariya 10 jinan kir ku ew jî bi saya vê projeyê heywandariyê bikin.

Li zozanên herêma Oremarê, Taşar pezê xwe diçêrîne, şîrê wan doşe, hiriya wan dibire û paşê vedigere malê û ji bo ezmûnên xwe dersê dixebite.

Nergîz Taşar / Wêne: AA

Bi gotina Taşar piştî ku ew beşdarî xebatên komeleyê û yên Korperatîfa Jinan a Pêşketina Çandiniyê ya Demeterê bû, wê berê xwe da xwedîkirina pez.

Taşar dibêje: “Jiyaneke min a bêsekin heye. Ez hem bi karên korperatîfê û hem jî bi heywanan re eleqedar dibim. Armanca min a ji vê yekê ew bû ku nîşan bidin ku heywandarî ne bi tenê karê mêran e. Piştî vê piştgiriyê, 10 jinên din ên gund jî sûd ji piştgiriyê sitandin. Ev kar ji bo wan bû curet û hêvî. Em tevî jinan diçin Zozanan ên 20 kîlometre dûrî gund, em pez dibirin û her wiha didoşin. Heta ji destê me tê em alîkariya mêran dikin."

Nergîz Taşar / Wêne: AA

Taşarê got ku ew, berhemên ku ji şîr digirin difiroşin.

Nergîz Taşar a dayîka 4 zarokan jî got: "Piştî ku Deryayê piştgirî sitand, min jî biryar da ku têkevim vî karî. Min 20 heywan sitandin. Tevî min 10 kesên din jî ji vê piştgiriyê sûd wergirt."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst