Nerazîbûn li ser qedexekirina konsertên li Dêrsimê berdewam in

Hewlêr (Rûdaw) - Aliyên siyasî yên Bakurê Kurdistan û Sûriyê qedexekirina konsertên di festîvala Munzurê ya Dêrsîmê de rexne kirin, dibêjin, Tirkiye ji dewleta hiqûqê dûr ketiye.

Biryar e di navbera 21-24ê vê mehê de 20emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê li parêzgeha Dêrsîmê ya Bakurê Kurdistanê, bê kirin.

Ev demeke  amadekariyên taybet bo wê festîvalê  li wê parêzgehê tên kirin. Biryar bû di çarçoveya festîvalê de çend rêze çalakî bên kirin û komên muzîkê yên bi navên Grûp Yorum û Koma Isyan Ateşî jî  beşdar bibin û konserekê saz bikin. Lê Parêzgariya Dêrsîmê, bi nivîseke fermî, Şaredariya Dêrsîmê agahdar kir  ku konserên wan herdû komên muzîkê û beşek ji çalakiyên festîvalê   hatine qedexekirin.  Herwiha stadyuma Dêrsimê û beşek ji cihên mana geştiyaran jî bi hincetên cuda bo festîvalê terxan nekirin.

Ev helwêsta parêzgariyê di nav xelkê Dêrsim û berpirsên wê de bûye sedema nerazîbûnan û bi daxuyaniyekê çapemeniyê karvedan nîşan dan.

Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu dibêje: “Di 18ê Tîrmehê de bi sê nivîsên cuda bo serokayetiya komîteya rêkxer em hatine agahdarkirin ku beşek qedexeyan hatine ragihandin. Di wê agahiya ku bo me hatiye dayîn de hatiye gotin ku Stadyum di nûjenkirinê de ye û pansiyon jî bi hincetên nûjenkirinê bo festîvalê  nehatine terxankirin. Herwiha Meş û  daxuyaniyên çapemniyê yên li dijî   hejarî, asîmîlasyon, têkdan û talan xwezayê jî hatine qedexekirin û rê bo konserên Grûp Yorum û Îsyan Ateşî nayê dayîn.”

Parlamenterê Partiya Karkerên a Tirkiye Ahmet Şik piştî daxuyaniya çapemeniyê derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û rexne li parêzgarê Dêrsimê girtin.

Parlamenterê Partiya Karkerên a Tirkiye Ahmet Şik dibêje: “Biryara qedexeyê bo min û we ne surprayzek bû. Tirkiye ev demek dirêj e ji çarçoveya dewleta hiqûqê derketiye. Bo vê bê qanûniyê    rayedarên guncav li cihên cuda hatine erkdarkirin. Parêzgarê Dêrsimê jî yek ji van e. Ti peywendiya vê biryarê bi demokratîkbûnê ve nîne.”

Welatiyên Dêrsimî dibêjin hejmareke zêde ya xelkê salane  bo festîvalê serdana Dêrsimê dikirin lê îsal   ev biryara parêzgariyê dê bandoreke nerênî  li hatina wan geştiyaran bike.

Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê ji sala 1999î ve bi berdewamî  ji aliyê şaredariya  Dêrsimê ve di navebra mehên Temmûz û Tebaxê de tê lidarxistin. Di festîvalê de çendîn panel, gotar, fîlm tên pêşkêşkirin û  çalakiyên cuda tên kirin. Armanca festîvalê balkişandin û xwedî derketina li xwezaya Dêrsimê ye, lê heta niha çendîn car bi hincetên cuda hatiye qedexekirin û salên 2020 û 2021ê jî bi sedama Coronayê nahatûbû kirin.