Parêzera şervanên YPGê: Fransa mafê penaberiyê nadin endamên YPGê

20-07-2021
Sêvê Îzolî ku parêzera 3 şervanên YPGê ye behsa hincetên dadgehên Fransî kir
Sêvê Îzolî ku parêzera 3 şervanên YPGê ye behsa hincetên dadgehên Fransî kir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parîzera Kurd li Fransayê Sêvê Îzolî ragihand ku di van mehên dawîn de dadgehên Fransayê mafê penaberiyê nadin ciwanên ku di nav Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de kar kiribin.

Sêvê Îzolî ku parêzera 3 şervanên YPGê ye beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa helwesta Fransayê ya bo ciwanên di nav YPGê de cih girtine kir.

Îzolî diyar kir ku hinceta dadgehên Fransî ew e ku şervanên YPG û gelek endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Qendîlê li ser destê PKK hatine perwerdekirin, PKK jî li cem Ewropa di “lîsteya terorê” de ye.

Parêzera Kurd da zanîn ku YPG bi xwe ne di lîsta terorê de ye, lê dadgehên Fransî dibêjin PKK şervanên YPG perwerde dike û piraniya kadroyên YPG û PYD ji nava PKK hatine û kesên ku rojavayê Kurdistanê îdare dikin li Qendîlê hatine perwerdekirin.

Parêzer Sêvê Îzolî got: “Bendeke derbarê wergirtina penaberên de dibêje kesên ku tevlî kiryarên li dijî nirxên mirovahiyê, prensibên Yekîtiya Netewî û kiryarên şer bûne nikarin mafê penaberiyê werbigrin. Heta niha  li Fransayê ti berpirs û fermanderekî PKKê ti caran mafê penaberiyê wernegirtine.”

Îzolî eşkere kir ku ew li hemberî helwesta dadgehên Fransî ya bo şervanên YPGê matmayî bûye û wiha pê de çû: “YPG heta niha ne li ser lîsteya terorê ya Ewropayê ye, lewma ev helwesta wan ne normal e. Dadgehên Fransayê derbarê muwekilên min de dibêje `em dizanin ku tu ligel YPGê bûyî, lê em dizanin ku hemû fermandeyên YPG û ew kesên rêveberiya Rojava dikin hemû li Qendilê perwerde bûne.` Bi vê hincetê mafê penaberiyê nadin.”

Bi gotina Îzolî li wî welatî hilbijartinên serokatiyê nêzîk dibin û Macron jî di vê heyama atmosfera hilbijartinan de naxwaze biryarên ne dilê Tirkiyê bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst