Tirkiyê li Çiyayê Cîlo li dijî PKK operasyon da destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiyê li Çiyayê Cîlo li sînorê parêzgeha Colemêrg a Bakurê Kurdistanê operasyonek li dijî PKKê bi navê Birûşk-2 Cîlo da destpêkirin û li gor Wezareta Navxwe ya wî welatî, di encama operasyonê de 3 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihandiye, operasyona Birûk-2 Cîlo ji duh ve li sînorê parêzgeha Colemêrgê hatiye destpêkirin.

Di operasyonê de, hêzên artêşê, tîmên taybet ên polîsan û cerdewan beşdar in.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, di çarçoveya wê operasyonê de, duh şev 3 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Li Şirnexê operasyon û pevçûn

Li Çiyayê Cudî ku dikeve qezaya Silopî ya ser bi parêzgeha Şirnexê, operasyona Birşûk-1 Cudî ku heftiya bihorî destpê kiribû, berdewam e.

Di encama pevçûnên li wê herêmê de, berprisekî PKKê yê bi navê Osman Durmuş ku nasnavê wê Alişer Hebun e, jiyana xwe ji dest daye.

Li gor zanayriyan, cenazeyê Durmuş roja 15ê Tîrmehê bo nexweşxaneya dewletê ya Şirnexê hatiye veguhastin û piştre li goristanekê li qezaya Silopiyê bi axê hatiye spartin.

HPG: Li Xakurk û Cudî 4 serbazên Tirkiyê hatin kuştin

Li aliyekê din, Hêzên Parastina Gel (HPG) di daxuyaniyekê de daye xuyakirin, ku li çiyayê Xakûrkê li Başûrê Kurdistanê û çiyayê Cudî li Bakurê Kurdistanê, hêzên wan du çalakî li dijî hêzên Tirkiyê encam dane û di encama wan çalakiyan de 4 serbazên Tirkiyê hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê ragihandiye, roja 17ê Tîrmehê  di çalakiyeke de hêzên wan li Xakûrkê êrîşî sengerekê kirine û di encama wê êrîşê de 3 serbaz hatine kuştin.

Li gor HPGê roja 13ê Tîrmehê jî li herêma Çiyayê Cudî li parêzgeha Şirnexê, di navbera gerîlayên wan û hêzên Tirkiyê de şer derketiye û di encamê de serbazek hatiye kuştin û gelek serbaz jî birîndar bûne.

HPGê nasnameya 3 gerîlayên xwe yên kuştî li Dêrsimê aşkere kir

Hêzên Parastina Gel di daxuyaniya xwe de destnîşan kiriye, roja 24ê Hezîranê li devera Neynikan a ser bi navçeya Pilurê ya Dêrsimê ve di navbera gerîlayên wan û hêzên Tirkiyê de şer derketiye û di encamê de 3 gerîlayên wan jiyana xwe ji dest dane.

HPGê herwiha nasnameya wan gerîlayên xwe aşkere kiriye û diyar kiriye, Yehya Atmaca bi nasnavê Savaş Firat xalkê Mûşê, Osman Iîleyen bi nasnavê Argeş Avaşîn ji Wanê û Metîn Cîlo bi nasnavê Şiyar Agirî xelkê Agiriyê roja 24ê Hezîranê li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dane.