VÎDEO - Firokeyên Tirkiyê herêma Dêrelûkê bombebaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Firokeyên şer ên Tirkiyê çar caran Çiyayê Lînkê li sînorê Dêrelûkê ser bi navçeya Amêdiyê bombebaran kirin.

Nîştecihê Nahiyeya Dêrelûkê Rabîn Elî dîmenê ku dema firokeyên şer Çiyayê Lînkê bombebaran dike ji Rûdawê re şandiye û dibêje îro Duşemê 20ê Tîrmeha 2020an êvarî saet 18.40 firokeyan çar caran dever bombebaran kirin.

Bi gotina Rabîn Elî ti ziyanî canî bi xelkê sivîl nebûye.

Di heyama du hefteyên dawiyê de ev cara sêyem ku heman cihê li Çiyayê Lînkê ku 7 kîlometran dûrî warên sivîlan e, firokeyên şer ên Tirkiyê bombebaran dikin.

15ê Hezîrana borî, artêşa Tirkiyê dest bi operasyonên ezmanî û zemînî li ser navçeyên çiyayî yên sînorê Parêzgeha Duhokê kir.

Tirkiye dibêje, ew operasyon li dijî PKKê hatine destpêkirin, lê bi sedema berdewamiya bombebaran û topbaranên vê dawiyê, ziyaneke madî ya mezin gihişte xelkê li deverên sînor.

Tirkiye bi dirêjahiya nêzîkî 50 kîlometran û kûrahiya nêzîkî 30 kîlometran li hin navçeyan derbasî nav sînorê parêzgeha Duhokê bûye û artêşa Tirkiyê li 13 cihên stratejîk ên sînorê Zaxo bicih bûye.