Şaredariya Wanê wergirtina karmendên zilam rawestand

20-07-2019
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Wan Şaredariya Wanê Jin Zilam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê biryar da ku nîvê karmendên şaredariyê jin bin û jibo ku ew yek pêk were, wergirtina karmendên zilam li şaredariyê da rawestandin.

 

Di merasîmeke taybet da, Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Bedîa Ozgokçe bi amadebûna rêxistinên civaka sivîl û sendîkayên bajar, protokoleke taybet îmze kir, ku li gor vê ji niha û pêde, damezrandina karmendan tenê ji bo jinan dibe.

 

Li gor wê biryara nû ya Şaredariya Wanê, dê ew prose heta dema ku hejmara karmendên jin û zilaman wek hev lê tê, berdewam be.

 

Şaredariya Wanê herwiha biryareke din di berjewendiya jinan da. Hevseroka Şaredariya Wanê, Bedîa Uzgokçe biryar da, ku salane di 8ê Adarê de ku roja cîhanî ya jinan e, bêhinvedana karmendên jin be.

 

Herwiha karmendên jin yên ku zarokên wan hene, dê li dayîngehên şaredariyê de, bê bermaber xizmeta wan bihê kirin, ji bo ku bi bêyî kêşe karê xwe birêve bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst