Li Bakurê Kurdistanê zêdeyî 1 milyon mîn di bin axê de ne
Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, di salên navbera 1984 û 2009an de ji ber teqîna mînan, hezar û 269 kesan canê xwe ji dest dane û heta niha jî li Bakurê Kurdistanê zêdeyî yek milyon mîn di bin axê de ne û nehatine rakirin.
Hefteya derbasbûyî du zarok dema li nav zeviyeke gundên Dêrsimê ji xwe re dileyîstin, mîn bi wan de teqiya û herdukan canê xwe ji dest dan. Vê yekê jî rêxistinên civaka sivîl anîn ser xetê û daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kirin ku kar li ser rakirina mînan bike.
Li gor amarên Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, di salên navbera 1984 û 2009an de ji ber teqîna mînan, hezar û 269 kesan canê xwe ji dest dane ku 625 kes ji hêzên emnî û leşkeran bûn û 644 kes jî sivîl in. Herwiha 5 hezar û 91 kes birîndar bûne û di nav birîndaran de jî hezar û 984 kes kêmendam bûne.
Komeleya Tirkiyeyeke Bê Mîn eşkere kir ku tenê li Bakurê Kurdistanê yek milyon û sê hezar û 943 mîn hê di bin axê de ne û gef in li ser jiyana mirov, ku piraniya wan li sînorê bajarên Agirî, Êlih, Çewlig, Bedlîs, Amed, Dîlok, Colemêrg, Îdir, Qers, Mêrdîn, Sêrt, Riha, Şirnex, Wan, Dêrsim û Hatayê ne.
Li gor amarên Komeleya Tirkiyeyeke Bê Mîn, di salên navbera 2004 – 2017an de 138 kesan bi teqîna mînan canê xwe ji dest dane. Cara yekem Tirkiyê di sala 1956an de dest bi bikaranîna mînan kir. Destpêkê li navçeyên sînorî zeviyên ji mînan çêkirin ku taybet bûn bi mînên dijî mirov.
Roja 04.12.1997an Saziya OTTAWA li Kanadayê hat damezrandin. Ev sazî bikaranîna mînan qedexe dike. Roja 01.03.1999an welatan pêbendbûna xwe bi soznameyên qedexeya bikaranîna mînan ragihandin.
Tirkiye sala 2003ê bû endamê wê saziyê û roja 01.03.2004ê pêbendbûna xwe ragihand û sozname îmze kir ku heta 2008ê hemû stokên xwe ku 3 milyon mîn bûn ji nav bibe, lê nikarî pêbend be û dawî sala 2011ê dest bi jinavbirina mînan kir û pêbendê biryarê bû.
Herwiha divabû di sala 2014ê de hemû axa xwe ji mînan paqij bike û hemû mînan ji nav bibe, lê pêbend nebû û soz da heta sala 2022ê hemû mînên vedayî ji nav bibe.
Saziya navbirî rexneyê dijwar li Tirkiyê digire ku ew navçeyên hatine mînrêjkirin ne têlbendkirî ne û ti hêmayek nehatiye danîn ku hişyariyê bide xelkê daku nêzîkê wan navçeyan nebin. Neh hezar û 303 mînên Tirkiyê hene ku tenê bo meşq, rahênan û lêkolînê bikar tîne.