Li Bakurê Kurdistanê zêdeyî 1 milyon mîn di bin axê de ne

20-07-2019
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Mîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, di salên navbera 1984 û 2009an de ji ber teqîna mînan, ‎hezar û 269 kesan canê xwe ji dest dane û heta niha jî li Bakurê Kurdistanê zêdeyî yek milyon mîn di bin ‎axê de ne û nehatine rakirin.‎

 

Hefteya derbasbûyî du zarok dema li nav zeviyeke gundên Dêrsimê ji xwe re dileyîstin, mîn bi wan de ‎teqiya û herdukan canê xwe ji dest dan. Vê yekê jî rêxistinên civaka sivîl anîn ser xetê û daxwaz ji ‎hikûmeta Tirkiyê kirin ku kar li ser rakirina mînan bike.‎

 

Li gor amarên Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, di salên navbera 1984 û 2009an de ji ber teqîna ‎mînan, ‎hezar û 269 kesan canê xwe ji dest dane ‎ku 625 kes ji hêzên emnî û leşkeran bûn û 644 kes jî ‎sivîl in. Herwiha 5 hezar û 91 kes birîndar bûne û di nav birîndaran de jî hezar û 984 kes kêmendam ‎bûne.‎

 

Komeleya Tirkiyeyeke Bê Mîn eşkere kir ku tenê li Bakurê Kurdistanê yek milyon û sê hezar û 943 mîn ‎hê di bin axê de ne û gef in li ser jiyana mirov, ku piraniya wan li sînorê bajarên Agirî, Êlih, Çewlig, ‎Bedlîs, Amed, Dîlok, Colemêrg, Îdir, Qers, Mêrdîn, Sêrt, Riha, Şirnex, Wan, Dêrsim û Hatayê ne.‎

 

Li gor amarên Komeleya Tirkiyeyeke Bê Mîn, di salên navbera 2004 – 2017an de 138 kesan bi teqîna ‎mînan canê xwe ji dest dane. Cara yekem Tirkiyê di sala 1956an de dest bi bikaranîna mînan kir. ‎Destpêkê li navçeyên sînorî zeviyên ji mînan çêkirin ku taybet bûn bi mînên dijî mirov.‎

 

Roja 04.12.1997an Saziya OTTAWA li Kanadayê hat damezrandin. Ev sazî bikaranîna mînan qedexe dike. ‎Roja 01.03.1999an welatan pêbendbûna xwe bi soznameyên qedexeya bikaranîna mînan ragihandin. ‎

 

Tirkiye sala 2003ê bû endamê wê saziyê û roja 01.03.2004ê pêbendbûna xwe ragihand û sozname îmze ‎kir ku heta 2008ê hemû stokên xwe ku 3 milyon mîn bûn ji nav bibe, lê nikarî pêbend be û dawî sala ‎‎2011ê dest bi jinavbirina mînan kir û pêbendê biryarê bû.‎ ‎

 

Herwiha divabû di sala 2014ê de hemû axa xwe ji mînan paqij bike û hemû mînan ji nav bibe, lê pêbend ‎nebû û soz da heta sala 2022ê hemû mînên vedayî ji nav bibe.

 

Saziya navbirî rexneyê dijwar li Tirkiyê ‎digire ku ew navçeyên hatine mînrêjkirin ne têlbendkirî ne û ti hêmayek nehatiye danîn ku hişyariyê ‎bide xelkê daku nêzîkê wan navçeyan nebin. Neh hezar û 303 mînên Tirkiyê hene ku tenê bo meşq, ‎rahênan û lêkolînê bikar tîne.‎

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst