Li Amedê ‘Serhildana Agirî’ û ‘Komkujiya Geliyê Zîlan’ tê gotûbêjkirin

20-07-2019
RÛDAW
Nîşan Amed Bakurê Kurdistanê Serhildana Agirî Komkujiya Geliyê Zîlan Kerem Serhedî Seîd Veroj
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro Şemî 20ê Tîrmehê li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, semînarek derbarê Serhildana Agirî û komkujiya Geliyê Zîlan tê lidarxistin.

 

Semînar ji aliyê rêxistina Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) ya li Amedê ve hatiye organîzkirin û Hanîfî Turan dê moderatoriya wê bike.

 

Di semînarê de, Kerem Serhedî (Kerem Serhatli) û Seîd Veroj beşdar dibin û dê li ser herdu mijarên Serhildana Agirî û Komkujiya Geliyê Zîlanê biaxivin.

 

Semînar îro saet 13:00an li Galeriya Amedê û li Jûra Muhasib û Mişawirên Malî birêve diçe.

 

Herwiha biryar e di semînarê de belgefîlmek derbarê Komkujiya Geliyê Zîlan de bihê nîşandan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst