DOKAN – Dayik û keç bi hev re xeniqîn

20-07-2018
RÛDAW
Nîşan Dokan Polîs Silêmanî
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Polîsê Silêmaniyê ragihand, ku îro dayikek û keça wê li Deryaçeya Dokanê xeniqîne. Herwiha hemwelatiyekî din jî li çemê Çarta xeniqiye.

 

Rêveberiya Polîsê Silêmaniyê ragihand: “Îro Înê 20-07-2018, piştî nîvro dayikek bi navê (Ş.M) ya 48 salî û keça wê ya bi navê K.A.S ya 26 salî di dema melevanîkirinê de li Deryaçeya Dokanê xeniqîne.”

 

Li gorî daxuyaniyê dayik û keç nîştecihê navçeya Dokanê ya ser bi bajarê Silêmaniyê bûne û bi tevê malbata xwe ji bo melevanîkirinê çûne ser avê.

 

Herwiha îro li çemekî nêzîkî gundê Salanan a ser bi navçeya Çarta ya Silêmaniyê hemwelatiyekî bi navê (Ş.M.S) yê 26 salî, xeniqî.

 

Polîsê Silêmaniyê ra xuyakirin, ku hêzên polîs û tîmên hawarçûnê gihiştine cihê bûyerê û termê (Ş.M.S) derxistine, şandine Pizîşkê Dadî yê Silêmaniyê.

 

Di daxuyaniyê de hate gotin, ku li ser herdu bûyeran polîsê Dokan û Çarta dest bi lêkolînê kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst