ROJHILAT - Merîwan hewl dide bi Kilaşên kurdî di asta cîhanê de bê naskirin

20-07-2017
RÛDAW
Nîşan Merîwan Hewraman Rojhilatê Kurdistanê Kilaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê 2 hezar û 663 kes pêlavên kevnar û taybet ên kurdî yê bi navê Kilaş berhem tînin û niha hewl tê dayîn, ku ev bajarê Rojhilatê Kurdistanê di asta cîhanê de weke bajarê Kilaş were naskirin.

 

Parêzgarê Sineyê, Ebdulhemîd Zahidî ragihand, ji bo ku Merîwan wek bajarê berhemanîna pêlavên Kilaş di asta cîhanê de bihê naskirin, ew dê hemu alîkariyekê bikin û da xuyakirin, ku tevahiya berpirsên parêzgeha Sine jî kar li ser vê mijarê dikin. 

 

Ebdulhemîd Zahidî di civîna li gel civata karên destî ya Sineyê de ragihand: “Pilanên taybet ji bo sazdana festîvalên taybet bi berhemanîna Kilaşan têne danîn û piştevaniya wê yekê jî tê kirin.”

 

Zahidî diyar kir: “Li Merîwanê gelek tişt hene ku dikare di asta cîhanî de bê naskirin.”

 

li Merîwanê 2 hezar û 663 kes karê berhemanîna kilaşan dikin û bi gotina rêveberê çand û pêşesaziyê ya karên destî ya parêzgeha Sineyê li ti bajarekê bi qasî Merîwanê pîşegerên berhemanîna kilaşan nînin.

 

Di çend rojên bihorî de jî tîmeke taybet bi UNESCOyê bo gengeşekirin û biryardana li ser wê yekê ku Merîwan di asta cîhanî de weke bajarê kilaşan (pêlavên kurdî) bê naskirin, serdana wî bajarî kiriye.


Kilaş pêlaveke kurdî ye, ku ji serdemên herî berê ve li devera Hewram a Kurdistanê tê berhemanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst