Jineke Kurd çawa ji karesata li deryayê rizgar bû?

20-06-2024
RÛDAW
Nîşan Penaberên Kurd Îtalya Xaça Sor a Îtalyayê Ruya Mihyedîn Grava Lampedusa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ruya Mihyedînî yek ji wan penaberan bûye ku ji keştiya li Îtalyayê bin av bûbû rizgar bûye.

Ruya Mihyedîniyê diyar kir ku keştiya wan bin av bû ew 4 rojan li ser ava Deryaya Naverast li benda rizgarkirinê mane.

Rêxistina Xaça Sor a Îtalyayê ji Rûdawê re ragihandibû ku 75 penaberên 2 keştiyan an canê xwe ji dest daye û yan jî wenda ne.

Li giravên Îtalyayê di heyama 24 saetan de 2 keştiyên penaberan bin av bûn û herî kêm 75 kesan canê xwe ji dest da.

17ê Hezîranê keştiyeke penaberan li nêzîkî girava Lampedusayê bin av bûbû 51 koçber hatibûn rizgar kirin û 10 koçber jî xeniqîbûn.  

Li aliyê din Hêza Deryayî ya Îtalyayê 18ê Hezîranê jî diyar ku keştiyeke penaberan li girava Calabriyayê bin av bûye.

Xaça Sor a Îtalyayê ji Rûdawê re eşkere kiribû ku heta niha 75 koçberên ku di wan 2 keştiyan de bûne wenda ne.

Rûdawê piştrast kir ku 19 penaber Kurd in û xelkê Hewlêr û Rêveberiya Serbixwe ya Raperînê ne.

Yek ji wan kesa ku ji keştiyê rizgar bûye Ruya Mihyedînî ye.

Ruya Mihyedînî 22 salî ye û ji bajarê Paweyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye.

“Di maweyê 20 xulekî de 4 kes xeniqîn”

Ruya Mihyedînî ji Rûdawê re axivî û wisa behsa binavbûna keştiyê kir:

“Qaçaxçî nehişt em xwarinê bi xwe re bibin û ji me re gotibû ku xwarin di keştiyê de heye.

Piştî 4 rojan em ber bi Îtalyayê bi rê ketin xwarina me nema. Kaptan sindoqeke mezin derxist got, ‘Ev xwarin e’ û sindoq ji destê wî ket û ji ber wê keştî qul bû.

76 kes di nava keştiyê de bûn û li nava keştiyê hawarê dest pê kir.

Di maweyê 20 deqeyan de 4 kes li pêş çavên me xeniqîn. Ti kesî nedikarî alîkariya kesekî din bike.

Her kes ketibû dû canê xwe. Em ew kesên ku sax mabûn ji bo ku em bin av nebin me bi destên xwe bi keştiyê girt û ew berneda. “

Li gorî gotina Ruya Mihyedîniyê keştiya wan bi temamî bin av nebûbû û wan bi zorê keştî careke din rast kiriye û xwe jî di nava keştiyê bi cih kiriye. 

 “Em 4 rojan bê nan û bê av bûn”

 Ruya Mihyedîniyê amaje bi wê yekê kir ku 4 rojan ew bê av û bê nan li ser deryayê mane û wiha got:

“Ji şeva Pêncşemê heta roja duşemê bêkaptan û û rênîşander pêlên deryayê em dibirin û dianîn. Birçîtiyê zora me dibir.”

Ruya Mihyedîniyê bi îradeyeke mezin hewl daye zindî bimîne li hemberî mirinê sekiniye û şerê mirinê kiriye.

Ruyayê da zanîn ku çend keştî di ber wan re derbas bûne û bi hawara wan de nehatine.

Ruyayê ragihand ku çend penaber li pêş çavên wê mirine û wiha berdewam kir:

“Penaberekî din li ber çavê min jiyana xwe ji dest da.

Di wê navberê de 2 keştiyên din di ber me re derbas bûn. Her çend bi dengekî bilind me kir hawar û bang li wan kir jî bi hawara me nehatin.

“Keştiya Fransayê em rizgar kirin”

Piştre keştiyeke mezin a Fransayê derbas bû û me gelekî hawar kir û bangî wan kir. Wisa diyar bû ku dilê wan bi me şewitî bû û ew li me sekinîn.

Xelat avêtin û heta ku ew hêz û îradeya me hebû me xelat girt û xwe gihand nava keştiyê.

Çend kes hebûn ku êdî taqeta wan nema bû. Ji bo rizgar jî bikin qeyikek şandin û ew jî rizgar bûn.

Piştî tedawiya serekî û xwarinê em anîn Îtalyayê. Beriya ku em bigihên Îtalyayê jineke ji Kirmaşanê ya bi navê Hedîs Mîrzayi ku bi me re bû jiyana xwe ji dest da. 

“Keştî qul bû û mirinê dest pê kir”

Keça bi navê Mujde jî wekî Ruya Mihyedîniyê rizgar bûye û bûye şahidiya mirin û xeniqîna 60 kesî.

Li gorî gotina Mujdeyê qaçaxçiyê bi navê Elî dema ji Tirkiyeyê bi rê dikevin nahêle ew xwarinê bi xwe re bibin û ew jî dibe sedema serekî ya wê karesatê.

Mujdeyê jî wiha behsa şahidiya xwe ya li keştiyê kir:

“Qaçaxçî ji me re got, ‘Xwarin heye xwarinê bi xwe re nînin‘ piştî ku em 5 rojan li ser avê gelekî birçî bûn kaptan sindoqek ji nava keştiyê derxist.

Sindoq ji destê kaptan ket û keştî qul bû.

Qulbûna keştiyê bû deqeya yekem a mirina me hemûyan a di nava keştiyê de ku li nava deryayê dûredesy bû."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst