Çîroka birêketina penaberên Kurd û binavbûna keştiya wan a li Deryaya Naverast

20-06-2024
RÛDAW
Nîşan Penaberên Kurd Xaça Sor a Îtalyayê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 19 penaberên Kurd ji ber binavbûna keştiyên li giravên Îtalyayê canê xwe ji dest da.

Rûdawê daye dû çîroka sêrpêhatî û çîroka wan penaberan Kurd û wê sefera karesat eşkere dike.

Rêxistina Xaça Sor a Îtalyayê ragihand ku 75 penaberên 2 keştiyan an canê xwe ji dest daye û yan jî wenda ne.

Li giravên Îtalyayê di heyama 24 saetan de 2 keştiyên penaberan bin av bûn û herî kêm 75 kesan canê xwe ji dest da.

Tîmeke hawarçûnê ya Îtalyayê, 17ê Hezîranê ragihand ku keştiyeke penaberan li nêzîkî girava Lampedusayê bin av bûye û wan 51 koçber rizgar kirine û 10 koçber jî xeniqîne.  

Li aliyê din Hêza Deryayî ya Îtalyayê 18ê Hezîranê jî diyar ku keştiyeke penaberan li girava Calabriyayê bin av bûye.

Xaça Sor a Îtalyayê ji Rûdawê re eşkere kir ku heta niha 75 koçberên ku di wan 2 keştiyan de bûne wenda ne.

Rûdawê piştrast kir ku 19 penaber Kurd in û xelkê Hewlêr û Rêveberiya Serbixwe ya Raperînê ne.

Penaber di nava 2 keştiyane de bûn

Penaber di nava 2 keştiyan de bûn. Yek ji wan beriya bi 8 rojan ji Tirkiyeyê bi rê ketibû û 76 rêwiyên wê hebûn.

70 penaberên wê xelkê Başûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê, Îraq, Îran û Sûriyeyê bûn.

Berpirsê Medyaya Xaça Sor a Îtalyayê Marco Ottaviani ji Rûdawê re diyar kir ku keştî 193 kîlometreyan dûrî bajarê Rochelleyê bin av bûye û bi tenê 11 kes jê hatine xilaskirin.

Li gorî gotina Ottoviandi motora keştiyê teqiyaye.

 

“Gotina min nîne halê wan pênase bikim”

Konisita Geofreyê ku karmendekî Bendera Rochelleyê ye diyar kir ku wî 11 penaberên rizgarkirî tedawî kirine.

Konisita Geofreyê eşkere dike ku çend kesên ku wan rizgarkirine û tedawî kirine dest û piyên wan şikestibûn û cermê wan jî êdî hişk û zûha bûbû.

Konisita Geofreyê behsa rewşa xirab a penaberan kir û wiha got:

“Bêhna hemûyan çikiya bû û li ser bedena wan rûn hebû. Ti gotineke  min nîne ji bo ez halê wan pênase bikim.

Ew penaberên hatin benderê di halekî xirab de bûn. Nikarim halê wan pênas bikim."

Ruya Mihyedînî penabereke 19 salî ye û rizgar bûye. Ruyayê eşkere dike ku qaçaxçiyan ew xapandine.

“Keştî qul bû û bi nav bû”

Ruyayê behsa rêwîtiya xwe kir û wiha got:

"Qaçaxçiyan ji me re got, ti xwarineke bi xwe re nînin, li nava keştiyê her tişt heye.

Me wê xwarina heyî li hevdû par ve kir û êdî ti tiştek di nava keştiyê de nema. Ne av û ne xwarin û ne jî çi tiştekî din.”

 Ruya Mihyedîniyê li ser binavbûna keştiyê jî wiha got:

“Kaptan xwest sindoqa ku tiştên pêwîst têde bûn derxîne û di wê kêliyê de teqînek çêbû û keştî qul bû.

Ji ber wê qulê keştî bin av bû û her 76 kesên di nava keştiyê de bûn ketin nava deryayê. “

“Em 4 rojan li nava avê bûn”

Ruya Mihyedîniyê amaje bi wê yekê kir ku 4 rojan li nava deryayê de mane û wiha got:

"4 rojan em li nava deryayê man û ti kes bi hawara me de nehat.

2-3 keştî nêzîkî me bûn û di ber me re derbas bûn me gelekî hawar kir da ku alîkariya me bikin lê guh nedan me û derbas bûn.

Eger keştiyên Fransayê nebûna û ew bi hawara me de nehatana aniha ti kes ji me li vir li vê bendera nedibûn.”

Pêngava lêgerîna penaberên di nava wê keştiyê 16ê Hezîranê dest pê kir.

“Rêxistineke Almanî 54 penaber rizgar kirin”

Di heman demê de li nêzîkî Girava Lampedusa ya Îtalyayê keştiyeke din binav bû. 51 penaber di wê keştiyê de bûn.

Bextekî baş ê wan penaberan hebû ew penaber ji aliyê rêxistinekê ve hatin rizgarkirin.

Marco Ottaviani ji Rûdawê re eşkere kir ku ew rêxistin gihiştiye cihê keştiya penaberan û wê rêxistinê 54 penabera rizgar kirine û cenazeyên 10 penaberan jî hatine dîtin.

Li gorî gotina Marco Ottaviani rêxistina ew penaber rizgar kirine rêxistineke Almanyayê ye û penaberên mirine jî xelkê Misir, Sûriye, Bangladeş, Pakistanê bûne.

19 welatî di nava keştiya yekem de bûn

Rûdawê lêkolîn li ser keştiya yekem de kir û li gorî lêkolînan çarenivîsa 19 penaberên keştiya yekem nediyar e.

Welatiyekî bi navê Hacî Wertî ji Rûdawê re got:

"Di keştiyê de pismam û dotmameke min û 2 zarokên wan hebûn, niha ew wenda ne.”

Hejar Mewlûd û Sazgar Osman jin û mêr in û herdû û zarokên wan ên bi navên Merwan û Mihemmed wenda ne û merivên Hacî Wertî ne.

“Xwişka min 2 canî bû”

 

Hesen Mela Nebî jî birayê yek ji wan penaberên wenda ye.

Li gorî gotina Hesen Mela Nebî xwişk, zava û xwarziyên wî di wê rêyê de bûne û qaçaxçiyên wan jî Kurd bûye.

Hesen Mela Nebî amaje bi wê yekê kir ku xwişka wî ducanî bû û wiha got:

"Navê xwişka min Xunçe ye, navê zavayê me Aram Ebdulrrehman e û dû keçên wan ên bi navên Menîsa û Meylî jî di keştiyê de bûn.

Xwişka min 2 canî bû dê meheke din zarok jê re çêbûba. Qaçaxçiyê ew birine jî Kurd bû.  

Li gorî zanyariyan ji Çiriya Paşîna 2023yan ew her du malbat li Tirkiyeyê bûn û dixwest bi rêya keştiyên penaberan biçin Ewropayê lê belê çend caran ji ber pêlên behrê çûna xwe taloq kiribûn.

Her du malbat jî xelkê Rêveberiya Serbixwe ya Raperînê ne.

11 kes ji Hewlêrê ne

11 hevniştimaniyên din ê li nava keştiyê jî xelkê Hewlêrê ne.

Li gorî zanyariyên Rûdawê ji malbatên wan wergirtine, ew 11 kes endamên 2 malbatan in û nasnameyên wan wiha ne:

Rêbiwar Kemal û Hêro Umer, zarokên wan; Lawîn, Larîn û Lovan.

Malbata din jî Ebdulqadr Ehmed û Mujde Umer, zarokên wan; Mîran, Meylan, Mardîn û Mîrwan.

“Keştiya wan ji Tirkiyeyê bi rê ketiye”

 

Bextiyar Îsmaîlê mirovê 8 penaberên ku xeniqîne ji beşdarî bultena saet 16:00an a Rûdawê bû ku Mihemed Izedîn pêşkêş dike.

Îsmaîl amaje bi wê yekê kir ku penaber ji bajarê Bodrumê yê Tirkiyeyê bi rê ketine û wiha got:

“Mirovên me 11 kes bûn, ji 2 malbatan pêk dihatin ji bajarê Bodrumê yê Tirkiyeyê bi rê ketin.

Heta roja çarşemê jî pêwendiya me bi wan re hebû. Piştre pêwendiya me bi wan re nema.”

Bextiyar Îsmaîl da zanîn ku cenazeyên 8 kesan hatiye dîtîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst