Li navbera Amed û Mêrdînê şewateke gelekî mezin: Mirî û birîndar hene!

21-06-2024
Nîşan Mêrdîn Amed Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke gelekî mezin heye.

Li gorî agahiyan, şewata ku di navbera Çinar û Şemrexê de derket li gundan jî belav bûye.

Xelk ji gundan derketiye lê tê gotin ku mirî û birîndar hene. 

Ji ber ku şewat gelekî mezin e divê bi helîkopteran were vemirandin. 

Di dîmenan de xuya dibe ku şewateke bixof û tirs heye. 

Li gorî agahiyên destpêkê, di vê şewatê de 3 kesan canê xwe ji dest daye û 5 birîndar hene.

Parêzgarê Amedê Alî Îhsan Su ragihand ku agir bi firêzeyan ketiye û li herêmeke gelekî berfireh belav bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst