Li Rihayê gule li otomobîlê reşandin: Kesek mir, yek birîndar e

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Wêranşarê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê gule otomobîlekê hatin reşandin.

Piştî êrişê ajokarê otomobîlê kontrola xwe ji dest da, otomobîl ji rê derket û çû nav zeviyan.

Êrişkar piştî bûyerê reviyan û cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Ferhat Y. (24) û Mehmet Y. (71) bi birîndarî gihandin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê.

Ferhat Y. li nexweşxaneyê mir û tedawiya Mehmet Y. berdewam dike.