Li Bakurê Kurdistanê 4 kes di çem û golan de xeniqîn

20-06-2024
RÛDAW
Nîşan Bûyerên Xeniqînê Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Meletî, Wan, Riha û Mereşê yên Bakurê Kurdistanê, 4 kes di çem û golan de xeniqîn.

Li Bakurê Kurdistanê bi hatina havînê re xelk xwe di çem, gol û bendavan de hênik dikin û bûyerên xeniqînê zêde bûne.

Li navçeya Mestikana Jêr a Meletiyê, Muhammed Mustafa Kiraz ê 11 salî ku di Gola Bendava Karakayayê de avjenî dikir, piştî demekê bin av bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên rizgarkirinê, tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Muhammed Mustafa Kiraz ji nav avê hat derxistin.

Tîmên tenduristiyê ew veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Mestikana Jêr lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Hat zanîn malbata Kiraz wekî karkerên çandiniyê ji parêzgeha Rihayê çûye Meletiyê.

Li Wanê zarokê 4 salî xeniqî

Li navçeya Miksê ya Wanê zarokê bi navê Mehmet Ali Çapur ê 4 salî berî 3 rojan wenda bûbû.

Di encama lêgerînê de termê Mehmet Ali Çapur di Çemê Miksê de hat dîtin.

Li navçeya Bîracikê ya Rihayê jî Fatih Işik ê 22 salî dema di Çemê Feratê de avjenî dikir, bi ber avê herikî û wenda bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên rizgarkirinê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Piştî xebatên demjimêrekê termê Fatih Işik ji nav Çemê Feratê hat derxistin.

Tîmên tenduristiyê termê wî bir Nexweşxaneya Dewletê ya Bîracikê.

Herwiha li navçeya Onikişubatê ya Mereşê jî Menderes Saripinar ê 22 salî dema di Gola Bendava Menzeletê der avjenî dikir bin av bû û xeniqî.

Termê Menderes Saripinar ji golê hat derxistin û tîmên tenduristiyê term ji bo otopsiyê veguhast morga Saziya Pizîşkiya Dadî ya Mereşê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst