'Di êrîşeke dronî de gerîlayekî PKKê yê Alman canê xwe ji dest da'

20-06-2023
RÛDAW
Nîşan PKK Êrîşa Dronî Artêşa Tirkiyê Gerîlayê Alman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Anadoluyê ragihand ku hefteya borî di êrîşeke esmanî ya Artêşa Tirkiyê de ku li nav axa Herêma Kurdistanê pêk anîbû gerîlayekî PKKê yê Alman canê xwe ji dest daye.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Tirkiyê ku dispêre çavkaniyên Wezareta Berevaniya Tirkiyê, di 15ê Hezîranê de Artêşa Tirkiyê li Xakurkê bi dronan êrîşî gerîlayên PKKê kirine.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku di encama lêkolînan de yek ji gerilayên ku jiyana xwe ji dest daye Thomas J. yê bi nasnavê "Azed Sergeş" e ku li bajarê Mainburg ê Almanyayê ji dayik bûye.

Herwiha hat diyarkirin ku welatiyê Alman Thomas J. li Munihê yê Almanyayê tevlî PKKê bûye.

Lê derbarê mijarê de heta niha PKKê ti daxuyaniyek belav nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir