Rojhilatê Kurdistanê: Du kolber ji aliyê hêzên Îranê ve hatin birîndarkirin

20-06-2023
RÛDAW
Nîşan Kolber Kurd Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Du kolberên Kurd ên ji bajarê Merîwanê li navçeyên sînorî ya bajarê Baneyê bi teqeya hêzên pasevanên sînor ên Îranê birîndar bûn.

Li gor çavkaniyên xwecihî yên Rojhilatê Kurdistanê, duh piştî nîvro li navçeya Hengejal a ser bi qezaya Baneyê ve, hêzên pasevanên sînor ên Îranê gule berdane kolberan û di encamê de 2 kolber birîndar bûne.

Hatiye ragihandin ku navê kolberekî Îdrîs Emînî ye, lê nasnameya kolberê din nehatiye zanîn.

Ew her du kolber ji bo çareseriyê bo Nexweşxaneya Selaheddîn Eyûbî ya bajarê Baneyê hatine veguhestin.

Li gor raporteke Kolbernews ku rewşa kolberan li Rojhilatê Kurdistanê dişopîne, di nava salekê de bi teqeya hêzên Îranê û bûyerên din, 34 kolberan li sê parêzgehên Kirmaşan, Sine û Urmiyê canên xwe ji dest dane û 195 kolber jî birîndar bûne.

Nişteciyên navçeyên sînorî yên parêzgehên Urmiye, Sine û Kirmaşanê ji bo debara jiyana xwe li ser sînorên wan parêzgehan kolberiyê dikin.

Kolber, kelûpelan li ser pişta xwe di navbera sînorên Rojhilatê û Başûrê Kurdistanê de vediguhêzin û li beramber vî karî pereyekê werdigirin.

Hikûmeta Îranê dibêje, çûn û hatina kolberan li navçeyên sînorî ne qanûnî ye û heta niha çend caran hewl daye, ku bi qanûnekê û di çarçoveya talîmatên fermî yên hikûmetê de karê kolberiyê li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê birêxistin bike, lê belê heta niha ew yek yekalî nebûye.

Hikûmeta Îranê herwiha ji sala 2017an ve bazarçeyên sînorî girtine û kolberî qedexe kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst