Hisên Qayidî: Em hewl didin jinên Êzidî ji Holê derxînin

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Ofîsa Karbûbarên Rizgarbûyên ji Destê DAIŞê Hisên Qayidî ragihand ku heta niha gelek jinên Kurdên Êzidî di Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê de mane û newêrin xwe eşkere bikin. Hisên Qayidî herwiha got: “Em hewl didin jinên Êzdî ji Kampa Holê derxînin.”

Berpirsê Ofîsa Karbûbarên Rizgarbûyên ji Destê DAIŞê Hisên Qayidî ji Rûdawê re ragihand ku proseya rizgarkirina revandiyên ji aliyê çekdarên DAIŞê ve berdewam e, û ew li bendê ne ku di rojên pêş de çend kesên din bêne rizgarkirin.

Hisên Qayidî diyar kir ku “niha çekdarên DAIŞê li Mûsilê nemane, lê li Sûriyê û hinek cihên din mane. Zanyarî li ba me hene hêj gelek di nav Kampa Holê mane.”

Qayidî da zanîn ku zanyarî cem wan hene ku heta niha gelek keç û jinên Kurdên Êzidî li Kampa Holê ne, lê newêrin xwe eşkere bikin.

Derbarê xebatên bo rizgarkirina keç û jinên Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin de jî Hisên Qayidî got: “Planên me yên rizgarkirina kesên revandî hene ku em wan vegerînin. Berî niha 6 jinên Êzidî hatin rizgarkirin, niha kar li ser tê kirin hinek din jî bên rizgarkirin. Ji ber kar û xebatên Ofîsa Rizgarkirinê ya taybet a Nêçîrvan Barzanî em spasiya wî dikin. Herwiha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge gelek alîkar bûne.”

Berpirsê Ofîsa Karbûbarên Rizgarbûyên ji Destê DAIŞê di heman demê de amaje bi wê yekê kir ku hikûmeta Iraqê û civaka navnetewî di rizgarkirina Kurdên Êzidî de ti gavek neavêtine.

Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî ku di meha Adara îsal de belav kiriye, DAIŞê 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî revandin, ji wê hejmarê 3 hezar û 548 kes jin û 2 hezar û 869 mêr bûn. Ji van 3 hezar û 562 kes hatine rizgarkirin û 2 hezar û 693 kes jî hîn winda ne.

Kampa Holê

Kampa Holê ya ku malbatên DAIŞiyan lê dimînin dikeve rojhilatê parêzgeha Heseke ya Cizîr a Rojavayê Kurdistanê.

Li gor amarên Netewên Yekbûyî li Kampa Holê, 66 Hezar û 101  kes hene, ku ji 60 welatî çûne Sûriyê û tevlî DAIŞê bûne.  Ji %39 ji wan xelkên Sûriyê ne, hejmara wan 25 Hezar û 780 kes in.

Ji %46 ji wan Iraqî ne, hejmara wan 30 Hezar û 724 kes in.  Ji %15 ji wan xelkê welatên din in, ew jî 9 Hezar û 597 kes in, û xelkê 66 welatan in.

Li Kampa Holê 18 hezar û 208 malbat  hene  û %96 ji wan jin û zarok in,  %66 ji wan zarokên di bin 18 salî re ne.

Li gorî amarên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan, UNICEFê, hejmara zarokan li wê kampê 28 hezar in.  Bêhtirî 7000 zarok ji wan, xelkê welatên din in.  77 zarok sêwî ne, bav û diyên wan di şer de hatine kuştin.  12 hezar girtiyên çekdarên DAIŞî jî hene.