Li gundê Delavê Kera yê Girkê Legê agir bi zeviyan ket

20-06-2022
RÛDAW
Nîşan Girkê Legê Rojavayê Kurdistanê Zevî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Agir bi zeviyên genim û kizbereyên gundê Delavê Kera yê bakurê navçeya Girkê Legê ya ser bi Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê ket.

Xwediyê zeviya ku agir pê ketiye Ibrahîm Ehmed Fero ji Rûdawê re got ku demjimêr 23:00ê şeva 19ê Hezîrana 2022an, agir bi zeviyên wan ên çandiniyê ketiye û di encamê de 2 donim zevî genim û donimek zevî kizbere, herwiha firazeyên wan jî şewitîne.

Ibrahîm Fero got, “Em guman dikin hêzên Tirkiyê agir bi zeviyên me xistibin daku bi başî wan navçeyan kontrol bikin û zeviyên çandiniyê û firaze nebin asteng.”

Her wiha da zanîn ku dema wan hewl da agir vemirînin, leşkerên Tirkiyê rêgirî li wan kirine lê piştî agir rûberekî zêdetir daye ber xwe rê dane wan da ku agir vemirînin. Gundê Delavê Kera ser bi navçeya Girkê Legê ye û dikeve ser sînorê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji 25 malan pêk tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst