Xelkê Minbic gefên Tirkiyê li ser bajarê xwe şermezar kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Minbicê ku dikeve bakurê Helebê di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de ye, serokeşîr, kesayetî û xelkê bajêr kom bûn û gefên Tirkiyê yên derbarê êrîşkirina li ser bajarê wan şermezar kirin.

Serok eşîrekî Ereb dibêje, ew piştevaniya Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) dikin û li kêleka wan li dijî Tirkiyê zradiwestin.

Serokê eşîreke Ereb li Minbicê dibêje: “Em hatine ji bo beşdariyê ligel birayên xwe yên eşîrên din bikin, û bi wan re, bi yek rêzê rawestin, ligel encûmena me ya leşkerî, û ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ku em ji DAIŞê rizgar kirin, da em li dijî dagîrkariya Tirkiyê bi hemû corên wê rawestin, herwiha destêwerdana hikûmeta Erdogan di karûbarên Sûriyê de bi giştî û di karûbarên bakurê Sûriyê de bi taybetî, şermezar bikin. Tiştê ku li Girê Spî û Serê Kaniyê bû, em rê nadinê ku li Minbic û bajarên din ên Sûriyê bi giştî û bakurê rojhilatê Sûriyê bi taybetî, dûbare bibe. Em tekez dikin ku em ê li kêleka encûmena xwe ya leşkerî rawestin, ji bo rûbirûbûna çi êrîşeke dijminane ji hikûmeta Erdogan bibe, eşîerên me jî wê di yek xindeqê de bin, ligel hêzên me.”

Minbic

Bajarê Minbicê dikeve bakur rojhilatê Helebê Kurd û Ereb pêkhateyên sereke yên herêma Minbicê ne, lê pêkhateyên din jî li herêmê dijîn.

Minbic di sala 2016an de û piştî operasyoneke serkeftî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û piştevaniya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî, Minbic ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin û dema pênc salan e ku di kontrola Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê de ye.