HSDê 206 DAIŞî radestî Iraqê kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 206 gencên Iraqî yên endamê rêxistina DAIŞê radestî hêzên ewlekariyê yên Iraqê yên li sînorê parêzgeha Neynewayê kir û ji bo lêkolîn û darizandina wan jî rêkarên tund pêwîst ên qanûnî hatine destpêkirin.

Qaymeqamê Mûsilê, Emîn Feneş îro Duşembê 20ê Hezîranê ji Rûdawê re ragihand, ew kes roja 19ê Hezîranê hatine radestkirin û hemû Iraqî ne.

Ew xortên Iraqî li Rojavayê Kurdistanê û di girtîgehên HSDê de bûn.

Qaymeqamê Mûsilê got: “Ev dosya li cem hêzên ewlekariyê ye û piştî radestkirina wan, rêkarên qanûnî û lêkolîn û darizandin bi wan re tê kirin, lê belê ez haydarî hûrgiliyên darizandina wan kesan nînim.”

Di 1ê Hezîrana 2022an de jî Şaneya Ragihandina Ewlekarî ya Iraqê, radestkirina 50 endamên din ên DAIŞê ji aliyê HSDê ve piştrast kiribû, sala bihorî jî nêzîkî 100 endamên DAIŞê ku Iraqî bûn, radestî hêzên ewlekarî yên Iraqî hatibûn kirin.

Zêdeyî 3,500 girtiyên di girtîgehên bin desthilata HSDê de Iraqî ne ku piraniya wan bi wê yekê hatine tohmetbarkirin ku endamên Rêxistina DAIŞê bûne.

Ew yek di demekê de ye ku nêzî 30 hezar welatiyên Iraqî di nava kampa Holê de li parêzgeha Hesekê ne ku jin û zarokên çekdarên DAIŞê ne.