ŞIRNEX - Gundikê Remo tê talankirin

20-06-2022
RÛDAW
Gundikê Remo bo lêgerîna komirê wek milkê giştî hatiye destnîşankirin
Gundikê Remo bo lêgerîna komirê wek milkê giştî hatiye destnîşankirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gundikê Remo yê girêdayî parêzgeha Şirnexê li Bakurê Kurdistanê bo lêgerîna komirê wek milkê giştî hatiye destnîşankirin û heta ku goristana gund jî hate kolandin û xelkê wî gundî jî li dijî biryarê serî li dadgehê dane.

Gundikê Remo ê ser bi Şirnexê ve, bi biryara Serokomarê Tirkiyê ji bo lêgerîna komirê kirine milkê giştî. Kompaniya lêgerîna komirê a parlamenterê berê ê AK Partiyê Suleyman Bolunmez e. Gundiyan ev biryar dane dadgehê û doza wan berdewam e, lê wê kompaniyê li nava gund dest bi kolanê kiriye.

Heta bi goristana gund jî hatiye kolan û gundî dibêjin eger wan gilî nekira û kolan ranewestanda, hestiyên bav û kalên wan jî nediman.

Gund, 15 kilometreyan dûrî Şirnexê ye, dikeve quntara çiyayê Cûdî û sala 1989an hatibû valakirin. Lê tapoyên gundiyan hêj li ser navên wan in. Ew ji ber sedemên ewlekariyê nikarin biçin gundê xwe.

Sala 2019an Parlamenterê Berê ê AK Partiyê Suleyman Bolunmez bi gundiyan re rûnişti ye û bêyî peymaneke fermî dest bi lêgerîna komirê kiriye.

Li gorî Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz, kompaniya Suleyman Bolunmez, berê jî guh nedida biryarên dadgehê û dibû sedema têkçûna jîngehê.

Gundeke Remo

Niha parêzer Abdurrahman Karabulut ku di hemam demê de parêzerê doza komkujiya malbata Dedeogullari ya li Konyayê ye, parêzeriya gundiyan dike û dibêje, gund bi awayekî ne li gorî rê û rêbazan kirine milkê giştî û tê talankirin. Ew îro li Şirnexê bûn û li gel gundiyan daxuyaniyek belavkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li wî gundî hêj bemehiyên dibistan û binkeya tendirustiyê heye, ligel wêrankirina goristanê ew jî hatine wêrankirin.

Herwiha hate gotin ku hinek dixwazin wî gundî ji neşxeyê rakin.

Niştecihê wî gundî yê bi navê Tufan jî li ser hesabê xwe dîmenên gund belav kirine û dibêje: “Cihê ku hûn lê dibînin goristana gund e, yanî cihê kalên me ye, dînê we, îmana we pere ye, teqez em ê bi ser bikevin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst