Galeriya wêneyan

20-06-2022
16 Photos
Bilind T. Abdullah

Wêne: Bilind Tahir Abdullah

Li Kampa Dareşekranê ya ser bi Hewlêrê ku taybet e bi penaberên Rojavayê Kurdistanê ji bo Roja Cîhanî ya Penaberan pêşangeheke hunerî hate vekirin.

Navenda Çandê ya Qedrî Can li Kampa Dareşekranê pêşangeheke taybet ji bo 22 penaberên Rojavayê Kurdistanê li dar xist, ji 100an zêdetir tablo hatin nîşandan. Di tabloyan de zehmetiyên jiyan, koçberî û azadî hatin vegotin.

Barîn Mihemed a 15 salî ku cara yekem e bi 8 tabloyan beşdarî pêşangehê dibe, ji Rûdawê re got, “Vekirina vê pêşangehê gelekî baş e lê ez hêvîdar im ku pêşangehekê li derveyî kampê jî vekin ku xelkê li derveyî kampê û bajaran hêz û karîna me bibînin, her wiha derfeta me hebe ku em tabloyên wek dahat û piştgirî bifiroşin.”