Tankeke Tirkiyê li Efrînê pêl welatiyekî Kurd kir

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê tankeke Tirkiyê li bajarê Raco pêl welatiyekî Kurd kir û kuşt.

Li gorî çavkaniyekê ji Efrînê îro tankeke Tirkiyê li nav bazara bajarê Raco pêl welatiyê Kurd ê bi navê Reşîd Mihek Bavê Sibhî kir û yekser wî canê xwe ji dest da.

Dikaneke wî welatî ya firotina şînkayê li nav bazare Raco yê hebû. 

Di dema dawiyê de bûyerên bi vî awayî li navçeyê zêde bûne, piraniya wan ji ber leza zêde ya tankan e.