Til Rifet bi dijwarî tê topbarankirin
Hewlêr (Rûdaw) – Navenda bajarê Til Rifetê û derdora wê ji çend kêliyan beriya niha ve bi giranî tê topbarankirin.
Li gor agahiyên ji Rojavayê Kurdistanê ve, sînorê Kantona Şehba û navenda wê kantonê bajarê Til Rifetê ku di kontrola hêzên Kurdî û Rêveberiya Xweser de ne, bi dijwarî tê topbarankirin.
Ajanseke nêzîkî Rêveberiya Xweser ragihandiye, artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên ser bi Enqerê ve, wê navçeyê topbaran dikin.
Têkildarî topbarana herêma Şehbayê û navenda wê bajarê Til Rifetê, artêşa Tirkiyê heta niha ti daxuyanî yan zanyariyek belav nekiriye.
Hêj ti agahî derbarê zirarên topbaranê de nayên zanîn.