Di xwepêşandana Şêladizê de ji xwepêşander û polîsan 6 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navenda nehyeya Şêladizê ser bi qezaya Amêdî ya Duhokê dijî bombebaran û êrîşên Tirkiyê xwepêşandanek hat kirin û heta niha ji xwepêşander û polîsan 6 kes bi kevir û tengenefesiyê birîndar bûne, Tendirûstiya Amêdî jî dibêje rewşa hemûyan baş e.

Rêveberê Binkeya Tendirûstî ya Şêladizê Dr. Berevan Ismet bo Rûdawê ragihand ku heta niha 2 ji birîndaran anîne binkeya wan û yek sere wî şikiya bû û kesê din jî bêhna wî çikaya bû, lê herduyan çareserî wergirtine û rewşa wan a tendirustî baş bû.

Derbarê amaran de Dr. Berevan dibêje, dibe du-sê kesên din jî bi sivikî birîndar bûbin, lê ew ji aliyê klînîkên pizîşkan ve hatine çareserkirin, ên bo binkeyê wan hatine şandin 2 kes bûne.

Rêveberê Tendirûstiya Qezaya Amêdiyê jî ji Rûdawê re got, heta niha 4 polîs di nav xwepêşanderan de birîndar bûne û bo nexweşxaneya Amêdiyê hatine şandin, birîna her çaran bi kevir û tengenefesiyê bû, lê rewşa tendirustî ya hemûyan baş e.

Roja Înê 19ê Hezîrana 2020an ji ber bordûmana Tirkiyê li gundê Sîdan ser bi nehyeya Şêledizê 3 ciwanên akinciyên Şêladizê hatin şehîdkirin û her heman rojê li sînorê nehyeya Kanî Masî ji ber bordûmana Tirkiyê ciwanekî akinciyê Komelgeha Qedişê hat şehîdkirin.

Piştre ji aliyê ciwan û xelkê Şêladizê ve nerazîbûn hat pêşan dan, roja Şemiyê piştî nîvro demjimêr 16:00 li navenda nehyeya Şêladizê xwepêşandanek dijî bombebarana Tirkiyê hat kirin û xwepêşanderan daxwaz ji herdu aliyan Tirkiye û PKKê kirin ku şer bibin nav axa Tirkiyê û careke din xelkê sivîl nekin qurbanê milmilaneya navbera xwe.