Şepêla Pêşeroj ji Almanya û Fransayê daxwaza alîkariya cotkaran dike

20-06-2019
RÛDAW
Nîşan Şepêla Pêşeroja Kurdî li Sûriyê Almanya Fransa Daxwaz Cotkar Alîkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şepêla Pêşeroja Kurdî li Sûriyê daxwaz ji herdu hikûmetên Almanya û Fransayê kiriye ku alîkariyê ji bo cotkarên ziyandîtî li Rojavayê Kurdistanê pêşkêş bikin.

 

Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de hatiye ku sedemên şewatên zeviyên çandiniyê li Rojavayê Kurdistanê, gelek in û zehmet e aliyên berpirs di ber de bêne diyarkirin.

 

Lê daxuyanî beşê mezin ji berpirsiyariyê diavêje ser desthilata PYDê, ku li gorî pêwîst bi erkên xwe ranebûye, weke ku daxuyanî dibêje û daxwaz ji Rêveberiya Xweser kiriye ku ziyandîtiyan qerebû bike.

 

Şandek ji Şepêla Pêşerojê, rojên 12 û 13ê vê meha Hezîranê, serdana konsulxaneya her yekê ji Almanya û Fransayê, li Hewlêrê kir, herwiha 19ê Hezîranê hevdîtinek ligel Wezareta Derve ya Almanyayê encam da, ew jî bi mebesta çavlêkirina rewşa berhemên çandiniyê li Rojavayê Kurdistanê ku ketine ber şewatê û wan daxwaza qerebûkirina cotkarên ziyandîtî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst