Hewlêr (Rûdaw) – Zêdetirî 500 penaberên ji Rojhilatê Kurdistanê ev 20 sal in li Başûrê Kurdistanê dijîn. Lê ji ber nebûna nasname û statûyekê, piraniya wan ji mafên sereke bê par in. Penaberên ku li kampên Koyê nîştecîh in, bi rêya Rûdawê bang li Neteweyên Yekgirtî (NY) dikin da ku çareyekî ji rewşa jiyana wan re peyda bike.
Weke penaberên Rojhialatê Kurdistanê dibêjin, ew ji ber nêrîn, kar û çalakiyên xwe yên siyasî, ji aliyê Komara Îranê ve hatine geflêxwarin, lewma neçar mane berê xwe bidin Başûrê Kurdistanê.
Elîcan Ebdulmecîd yek ji wan koçberan e ku ev 20 sal e li Başûrê Kurdistanê dijî. Neteweyên Yekbûyî navê wî weke “penaber” tomarkiriye lê ti maf û statûyeke penaberiyê nedane wî.
Elîcan Ebdulmecîd dibêje: “Li welatên din bî, di 3 salan de nasname didin mirov. Ev 19 sal in em li vir in lê ti tiştek nedane me. Ne alîkariyeke mirovî, ne nasnameyek. Baş e ma em çawa bikarin weke mirov bijîn? Em bi taybet ji NY daxwaz dikin ku statû û rewşa me zelal bike.”
Elîcan bi tenê nîne ku bêyî nasname be. Di kampa Koyê de 511 penaberên din jî hene ku di heman rewşê de ne. Penaberên Rojhilatê Kurdistanê, bi boneya 20 Hezîranê roja cîhanî ya penaberan, dixwazin bi hêvî bin.
Penaber Wîda Ebdullah Mihemed dibêje: “Pêwîste qet nebe di vê rojê de giringiyê bidin rewşa penaberan û ferq û cudahiya vî alî û wî alî nekin. Ez ji sala 1998ê ve penaber im û ti ferq di navbera min û penaberke ku duh hatiye de nîne.”
Necmedîn Haşimî jî di wê baweriyê de ye, ku tenê deriyek heye ji bo ji vê rewşê rizgar bibin. Ew jî alîkariya Neteweyên Yekbûyî (NY) ye.
Penaberên Rojhilatê Kurdistanê yên li Koyê, di sala 1998ê de hatine Başûrê Kurdistanê. Wan gelek caran serî li Komîsertiya Bilind a Penaberan a rêxistina NY daye da ku çareseriyek ji rewşa wan re peyda bike. Lê encamên wê, çêkirina bi dehan belge û dosyeyan zêdetir, ti tişteke din nebûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse