Gelo Rojavayê Kurdistanê tê erebkirin?

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî amarên rêxistinên navdewletî, nêzîkî milyonek û 250 hezar erebên Sûriyê ji bajarên din koçber bûne û li bajarên Rojavayê Kurdstanê nîştecîh bûne. Li gorî van amaran 500 hezar koçber li Cizîrê, 100 hezar li Kobanê û 650 hezar jî li Efrînê bicîh bûne.  

 

Di sala 2012ê de hikûmeta Sûriyê ji piraniya bajar û navçeyên Rojavayê Kurdistanê vekişiya. Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji aliyê rêveberiyê ve ev valahî dagirt, karî desthilata xwe ya leşkerî û hêzên xwe yên ewlekariyê bi awayeke sîstematîk birêbixe û herwiha seranserê Rojavayê Kurdistanê ji êrîş û gefên grûbên çekdar biparêze.

 

Herçend desthilata PYDê ya Rêveberiya Xweser ji aliyê Encûmena Nîtşîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û dijbereya Sûriyê ve, bi piştgiriya hikûmeta Sûriyê vet ê tometbarkirin lê PYD van îdîayan qebûl nake û dibêje, ew siyaseta xeta sêyem birêve dibin. Wate ji siyaseta rûbirûbûna hikûmetê û alîgiriya dijbereyê dûr disekinin.

 

Ji ber aramiya li Rojavayê Kurdistanê, hejmareke zêde ya koçberên ereb ji parêzgehên din ên Sûriyê, ji ber şer revîne û xwe spartine Rojavayê Kuridstanê.

 

Lê di heman demê de nêzîkî milyonek kurdên Rojavayê Kurdistanê herêmên xwe bicîh bhiştine û berê xwe dane Bakûr û Başûrê Kurdistanê, Tirkiye û welatên Ewropayê.

 

Serkirdeyên ENKSê dibêjin, siyaseta PYDê ya li dijî alîgirên wan, bûye sedema koçberbûna kurdên Rojavayê Kurdistanê. Herwiha, ji ber vê sedemê, erebên Sûriyê jî cihê wan girtine.

 

Hinek berpirsên ENKSê jî vê yekê weke “qonaxa duyemîn a erebkirina Rojavayê Kurdistanê” binav dikin.

 

Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de parêzer Umêd Kîkanî dibêje: Qeyrana siyasî ya Sûriyê, nemana aramiyê û sazî û dezgehên hikûmetê, têkçûna rewşa aborî sedemên koçberbûna xelkê Rojavayê Kurdistanê ne. Siyaseta PYDê jî sedemeke din ê koçkirina alîgirên ENKSê ye.”

 

Berpirsên PYDê û alîgirên wan jî dibêjin, ti metirsiyeke weke “erebkirina Rojavayê Kurdistanê” li holê nîne. Hebûna koçberên ereb jî demkî ye.

 

Civaknas Serbest Qereçolî dibêje: “Em nikarin bêjin PYD û Rêveberiya Xweser bi awayeke sîstematîk gelê Rojavayê Kurdistanê neçarê koçberiyê dike û xelkên ereb li cihê wan bicîh dike.”

 

Qereçolî amaje bi wê yekê dike, ku nîştecihên deverên şer, ji ber aramiya Rojavayê Kurdistanê tên û Rêveberiya Xweser jî nikare wan qebûl neke.

 

Bi nêrîna Serbest Qereçolî, heta pirsgirêka Sûriyê bidawî nebe, ti kes nikare behsa vegera ser mal û hale xwe ya koçberan bike.

 

Nûnerê Encûmena Sûriyeya Demokratîk li Herêma Kurdistanê Hoşeng Derwêş, tirsa erebkirina Rojavayê Kurdistanê weke rastî û mantiqî nabîne û dibêje: “Rijandina xwîna keç û xortên me, ne ji bow ê ye, ku kurd ji Rojava derbikevin û hinek kesên din werin cihê wan bicîh bibin. Wan koçberan jî ji ber şer berê xwe dane Kurdistanê. Şer bidawî bibe dê hemû kes vegere mala xwe.”

 

Kembera erebî

 

Di sala 1965ê de hikûmeta Sûriyê, di bin navê “Kembera Erebî” de des bi erebkirina herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê kir. Dirêjiya vê kemberê 300 kîlometre û pehnayiya wê jî 10-15 kîlometre bû. Ji sînorê Başûrê Kurdistanê heta Serêkaniyê dirêj dibû. 

 

Hikûmeta Sûriyê projeya çêkirina Bendava Feradê, ji bo erebkirina herêma Cizîrê weke derfet bikaranî. Ew kesên ku zeviyên wan kete bin avê veguhestine herêmên ser sînorê Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê. Hikûmeta Sûriyê 700 hezar donim erdê gundên Cizîrê biser 4000 malbatên erebên xemir de dabeş kir û 42 komalgehên nîştecîbûnê avakir.

 

Di wan salan de Cemal Ebdulnasir bibû serokomarê erebî ya yekgirtî ku li Misir û Sûriyê hatibû avakirin. 6 komalgehên ereban li ser 100 hezar donim erdê kurdên Cizîrê hate avakirin. Erebên ji Heleb, Hema û dûrziyên Swêda hatibûn li komalgehên Tuwêne, Til Tewîl, Menacir, Qesrik, Sehf û  Şemoke, hatine bicîhkirin. Niha li Cizîra Rojavayê Kurdistanê 48 komalgehên erebî hene.  

 

Ev yek di demekê de bû, ku hikûmeta Sûriyê di serjimêriya sala 1962yê de nasnameya 150 hezar kurdên Cizîrê ji wan stendibû.  

 

Di sala 2011ê de, piştî destpêkirina serhildanên Sûriyê, hikûmeta Sûriyê qebûl kir, ku nasnemeyê bide “biyaniyên Cizîrê”. Li gorî hindek amaran, hê jî 3 hezar malbatên kurd bêyî nasname ne.