Li Heskîfê geştiyarî pêş dikeve

Navenda Nûçeyan - Li navçeya Heskîf (Hesenkeyf) Êlihê ya ku wek bajarê şikeftan tê zanîn geştiyarî li gor sala borî zêde bûye.


Piştî ku bendava Ilisuyê temam bibe Hesenkêfa ku xwedî çand û dîrokeke 12 hezar salan e dê di binê avê de bimîne. Lê li navçeyê di qada geştiyariyê de hatin û çûyîn çêdibe û esnaf ji ber vê kêfxweş in.


Esnafên Heskîfê bi bilûrê pêşwaziya geştiyarn dikin û bi stranan ve mazûvaniya wan dikin.


Esnaf Îbrahîm Tanrikulu got heta 2 sal berê gelek turîst dihatin Hesenkêfê lê ji ber şer û pevçûnan ev ziyaret kêm bûn.


Tanrikulu got li navçeyê gelek cihên xweş ên ku divê bên dîtin hene û wiha axivî: "Dema ku kar kêm dibû ez vala bûm ez hînî lêxistina bilûrê bûm. Ez niha mêvanan bi bilûrê va pêşwazî dikim."


Omer Guzel jî bangî gel kir û wiha got: "Hesenkêf mîrateke dîrokî ye, em her kesî re dibêjin bila werin van cihên xweş bibînin."


Kadîr Ayhan ê ku li navçeyê xalîçeyan çêdike jî got ev 2 sal in ji ber bûyeran ew bê sifteh kargehên xwe digrin, lê niha rewş hinekî baştir e.


Qaymeqamê Heskîfê Faruk Bulent Bayguven destnîşan kir li navçeyê geştiyarî pêşve diçe û wiha axivî: "Li Hesenkêfê dem niha dema turîzmê ye. Em bi hebûnên dîrokî û çandî ve, nirxên geştiyariyê ve benda hemû mêvanan in ku bila ew bên navçeya me ya xweş." (aa)