Zaroka yeksalî ji bo destdirêjî lê bike revand û kuşt

20-06-2016
RÛDAW
Nîşan Duhok kuştin destdirêjî zarok mafên zarokan parastina zarokan xeniqandin gundê Beraşî taxa Serhildan
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Rêvebirê Giştî yê Polîsê bajarê Duhokê li Başûrê Kurdistanê aşkere kir ku laşê zarokeke keç a yeksalî 10 roj piştî windabûna wê hate dîtin.


Polîs piştî lêkolînê derxist ku xizmekî wê zarokê yê 22salî ji bo destdirêjî lê bike revandiye û dûvre xeniqandiye.


Zaroka yeksalî Mîna Mêvan Mihemed a ji taxa Serhildan 9ê mehê wekî winda hate raporkirin. Duh laşê wê li gundê Beraşî ku malbata wê jê ye hate dîtin.


Rêvebirê Polîsê Duhokê Lîwa Tariq Mihemed diyar kir ku tawanbar piştî hatî girtin li xwe mukir hatiye ku bi armanca destdirêjiyê ew zaroka xizma xwe revandiye û xeniqandiye.


Polîs diyar nekir ka kujer beriya bixeniqîne destdirêjî li zarokê kiriye an na.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst