Li Amedê dê Zanîngeha Kurdistanê vebe

20-06-2015
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amed (Rûdaw) -  Weqfa Mezopotamya ku 3 sal in hewl dide li Amedê yekemîn zanîngeha bi kurdî ava bike, bi navê "Zanîngeha Kurdistanê" serî li rayedarên dewletê dan. Rêveberên weqfê dixwazin navê Kurdistanê bê pejirandin û dewlet li hemberî wan ti astengiyan dernexe. Ji bo avakirina Zanîngeha Kurdistanê ji bo destpêkê  50 milyon lîreyê tirk lazim e. Rêveberan biryar da ji hemû karsaz û giregirên kurdan alîkarî bixwazin û vî pereyî peyda bikin.

 

Rêveber û endamên Weqfa Mezopotamyayê ku 280 avakarên wê hene, ev 3 sal in hewl dide li Amedê zanîngehek ava bike. Ji bo avakirina zanîngehê endamên weqfê civîna xwe li Amedê pêk anîn û xwestin xebatên avakirina zanîngehê bêne lezginkirin.

 

Di nava avakarên Weqfa Mezopotamyayê de ji HDPê 9 û ji CHPê jî  parlamenterek hene. Yek ji van parlamenteran Osman Baydemîr e. Baydemîr, xwest herkes zend û bendan bade û vê xebatê bibin serî.

 

Parlamenterê HDPê yê Rihayê û Rêveberê Weqfa Mezopotamyayê Osman Baydemîr derbarê avakirina zanîngehê de wiha got:

“Eger kurdan karibin Kobaniyê û Rojavayê Kurdistanê rizgar bikin, eger evqas akademîsyen û siyasetmedarên kurd nikaribin zanîngeheke kurdî ava bikin, bi xwedê şermeke mezin e.”

Ji ber ku patenta navê Zanîngeha Mezopotamya û Zanîngeha Amedê hatiye tescîlkirin, rêveberên weqfê bi navê "Zanîngeha Kurdistanê" serlêdan kirin û xwestin navê Kurdistanê bê pejirandin.

 

Rêveberê Weqfa Mezopotamya û Parlamenterê HDPê yê Amedê Ehmed Yildirim jî wiha got: “Me bi navê Zanîngeha Kurdistanê serlêdan kir. Em hêvî dikin navê Kurdistanê qebûl bikin. Eger vî navî qebûl nekin, em dê bi hev lîstikan bilîzin.”

 

Ger pirsgirêkên qanûnî çareser bibin jî pirsgirêka herî mezin ya peydakirina budçeya zanîngehê hêj berdewam dike. Rêveberên weqfê hewl didin vî pereyî peyda bikin. Derbarê vê yekê de jî Rêveberê Weqfa Mezopotamyayê Selîm Olçer wiha got:

 

“Serokê Desteya Bilind a Perwerdehiyê ji min re got tenê bo destpêka avakirina zanîngehê tam 50 milyon lîreyê tirk lazim e. Em jî dixwazin vî pereyî peyda bikin.”

Digel ku bi awayeke bi rêk û pêk ev 3 sal in xebata avakirina zanîngeheke bi kurdî tê berdewamkirin jî heta niha di warê pratîkê de ji xeynî hin prosedûrên fermî û peydakirina cih hêj xebata avakirina zanîngehê nekemiliye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst