Kakeyî: Me xemsarî kir lê em nebûn asteng li hember vegera Kerkûkê

 

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê berê yê rewşenbîrî yê Herêma Kurdistanê Felakedîn Kakeyî, diyar kir ku nakokî û hevrikiyên navbera PDK û YNKê nehîştiye Herêma Kurdistanê bibe xudanê destûra (qanûna bingehîn) xwe.

Nivîskar û rewşenbîr Felakedîn Kakeyî, beşdarî bernameya Nûroj a Rûdaw TV bû û li ser meseleya destûrê Herêma Kurdistanê axivî û diyar kir, diviya heta niha destûra Herêma Kurdistanê heba û wiha axivî: “Lê nakokî û hevrikiyên 20 sale yên navbera PDK û YNKê nehîşt destûra me jî hebe.”

Kakeyî ku di kabîneya 5emîn a hikûmeta Herêma Kurdistanê de wezîrê rewşenbîriyê bû, derheqê îdiayên ku dibêjin dewleta Beis a Iraqê, Amerîka û hêzên hevpeymanên Amerîka sala 1991an nehîştine Herêma Kurdistanê bibe xudanê destûra xwe de got: “Dibe ku fişara wan jî hebe lê wê demê me parlamento ava kir, me hikûmet ava kir, me gelek wezaret ava kir, me serokatiya Herêmê danî. Ev hemû sazî bingeha dewletê ne lê tu kesî tiştek negot. Ma destûr ji wan bizehmetir e?”

Li gorî Kakeyî, rijdbûna opozîsyona Herêma Kurdistanê li ser vegerandina destûrê bo parlamentoyê “siyasî” ye û dibêje “Ji ber van hevrikiyan ev 20 sal e destûr dereng maye.”

Sebaretî helwesta YNKê li ser destûrê de jî Felakedîn Kakeyî wiha anî ziman: “Helwesta YNKê li ser destûrê rast nîne. YNKê xwe kiriye opozîsyon ev jî di demekî de ye ku YNK di heyama 20 salên borî de şirîkê PDKê bûye, ji ber wê jî YNKê jî li hember derengketina destûrê berpirsyar in û tenê kêmasiyê PDKê nîne.  Helebet tenê kêmasiyê opozîsyonê jî nîne, ji ber ku opozîsyon 3 sal e çêbûye.”

Rewşenbîr û nivîskar Felakedîn Kakeyî derbarê karîgeriya tevgera Gorran li ser helwesta YNKê li hember destûrê de jî wiha da zanîn: “Ez bawer nakim helwesta niha YNKê li ser destûrê di bin karîgeriya Gorranê de hatibe nîşandan û tu carî Gorran nikare wiqasî li ser YNKê karîger bibe, ji ber ku Gorran sîbera YNKê ye. Ligel ku hurmeta min bo tevgera Gorran heye lê ez wan tiştekî nahesibînim. Ji ber ku ew tevger duh hat damezirandin.”

Li ser gotinên serokê tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa ku gotibû “PDK û YNKê nehîştin Kerkûk vegere ser Herêma Kurdistanê”, Kakeyî wiha axivî: “Belê me xemsarî kir lê em nebûn asteng.”