Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ragihand ku cezayên Doza Kobaniyê ji wan re ne surprîz bûn.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan li Amedê li ser cezayên giran ên Doza Kobaniyê ji Bepirsê Ofîsa Rûdawê ya Amedê Maşallah Dekak re axivî.
Omer Ocalan eşkere kir ku biryarên 22yemîn Dadegeha Cezayên Giran a Sîncanê ya Enqereyê yên li ser Doza Kobaniyê ji wan re ne suprîz in.
Li gorî gotina Omer Ocalan, dewletê biryara asayîkirina rewşê daye lê ew dê li hemberî Kurdan asayî nebin û tundiya wan a beramberî Kurdan jî dê berdewam bike.
“Kurdan li derveyî pêvajoya asayîkirinê dihêlin”
Li ser danûstendina Serokê CHPyê Ozgur Ozel û Recep Tayyîp Erdogan jî Omer Ocalan got:
“Em ji nêzîk ve dişopînîn. Mixalefet û desthilatdariya Tirkiyeyê behsa asayîbûna siyasetê dikin.
Bi biryar û cezayên Doza Kobaniyê hat dîtin ku dê Kurd ji derveyî pêvajoya asayîkirinê bên hiştin.
Dibe ku siyaseta Tirkiyeyê li nava xwe asayî bibe lê li hemberî Kurdan siyaseteke dijwar û dijminahî bê meşandin.
Doza Kobaniyê bi salan berdewam dikir. Xwestin destkeftiyên Kurdan ji destê wan derxin.
Kurd li Kobaniyê li hemberî DAIŞê bi ser ketin, li dijî rêxistina tundrew bi ser ketin.
Hevalên me ji ber gotinên xwe ji ber siyasetê hatin cezakirin.”
“Ti cudahî navbera biryarên dadgehkirina Şêx Seîd û Seyîd Riza û Doza Kobaniyê nîne”
Omer Ocalan amaje bi wê yekê kir ku ti cudahî di navbera biryarên dadgehkirina Şêx Seîd û Seyîd Riza û Doza Kobaniyê nîne û wiha got:
“Di 100 saliya Komara Tirkiyeyê de dijminatiya Kurdan tê kirin.
Biryarên 1925an ên li hemberî Şêx Seîd hatin standin, biryarên 1938an li hemberî Seyîd Riza hatin standin biryrên 1949an ji bo ciwanên Kurd hatine standin ti cudahî bi biryarên (Doza Kobanî) re nîne.
Bi tenê hin formên wan hatine guherandin. Sala 1925an îdam, darvekirin bi şiklekî din bû, îro mubebet e.”
“Em dev ji siyaseta demokratîk bernadin”
Li ser pirsa “Xelk di nava xwe de nîqaşan dikin û ji we dipirsin Kurd çima li parlamentoyê ne? Gelo hûn vekişîna ji Parlamentoyê nîqaş dikin?” jî Omer Ocalan wiha bersiv da:
“Partiya me partiya sêyem a Tirkiyeyê ye. Em li ser medyaya civakî biryaran nastînin.
Komîteya me ya navendî heye, pêkhateyên me hene. Gelek partiyên me hene.
Sûda vekişînê dê çi be zerera wê dê li me çi be? Divê ev baş bên zanîn.
Ji sala 2015an heta niha hem li qada siyaseta cihanê hem jî li qada siyaseta Tirkiyeyê giraniya HDPyê û DEM Partiyê derketiye holê.
Ez ne di wê pozîsyonê de me li ser wê tiştekî bêjim. Komîteya Navendî ya DEM Partiyê dê biryaran bide.
Belkî gelek nîqaş bêne kirin lê em dev ji siyaseta demokratîk bernadin.
Ez nabêjim her tişt siyaset e. Ji bo Kurd li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê li ser pêyan bimînin divê li her derê hêza wan hebe.”
16ê Gulanê 22yemîn Dadegeha Cezayên Giran a Sîncanê ya Enqereyê biryarên Doza Kobaniyê eşkere kir.
Ji ber dozê bi giştî 108 siyasetmedar û endamên HDPyê dihatin darizandin û 18 ji wan girtîbûn.
Dadgehê bi hinceta 47 tawanên cuda bi giştî 42 sal cezayê zîndanê da hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û 30 sal ceza jî da Fîgen Yuksekdagê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse