Li Rojhilatê Kurdistanê xêrxwazekî Kurd hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Xêrxwazê Kurd ê bi nave Îbrahîm Nasirî li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê hat desteserkirin.

Li gorî rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê, yek ji xêrxwazên bajarê Bokanê Îbrahîm Nasirî îro ji aliyê Îtleata Îranê ve hat desteserkirin.

Hengawê eşkere kir ku Îdareya Îtleata Bokanê bangî Îbrahîm Nasirî kiriye ku serdana navendê bike û piştî serdana ew desteser kiriye.

 Li gorî raporta Hengawê, Îbrahîm Nasirî yek ji xêrxwazên Bokanê ye û çend dibistan ji bo bajarên Bokanê çêkirine.

Heta niha nayê zanîn bê ka Îbrahîm Nasirî li ser çi hatiye tohmetbarkirin û çima biryara desteserkirina wî hatiye dayîn.