Serok Barzanî: Ez bi canjidestdana Serokkomarê Îranê gelekî xemgîn bûm

20-05-2024
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Îbrahîm Reîsî Îran Peyam Sersaxî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li ser mirina Serokkomarê Îranê peyameke sersaxiyê weşand.

Serok Mesûd Barzanî di peyama sersaxiyê de ragihand ku ew bi canjidestdana Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan gelekî xemgîn bûye.

Serok Barzan di berdewamiya peyama xwe jî de got: “Ez serxweşiyê li Rêberê Komara Îslamî ya Îranê, hikûmet, malbatên qurbaniyên bûyerê dikim.“

Çi bûbû?

Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev doh li ser sînorê Îranê û Azerbeycanê bi merasîmeke fermî bendavek vekiribû.

Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ketibû.

Doh ji ber şer û mercên xerab ên hewayê karên lêgerînê bi zehmetî dihatin kirin.

Enqaza helîkopterê îro (piştî ketina wê 15 saetan) bi dronan hat tesbîtkirin û derket holê ku li cihê enqaza helîkopterê ti nîşaneyên jiyanê nînin.

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku kes ji qezayê bi saxîtî nefiliye.

Kî û kî mirine?

Piştre hat ragihandin ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî canê xwe ji dest daye.

Li hêla din 2 rayedarên leşkerî yên pilebilind ên Supaya Pasdaran û 3 muretebat jî di heman helîkopterê de mirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst