Mesrûr Barzanî ji xelkê Îranê re sersaxî xwest
Hewlêr (Rûdaw) – Mesrûr Barzanî li ser mirina Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî peyameke sersaxiyê weşand.
Serowezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ji ber mirina Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, ji gelê Îranê re û ji hikûmeta wê re sersaxî xwest.
Serowezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got:
“Em ji Xwedayê mezin hêvî dikin rehmê li wan bike û sebirê bide malbat, xizm û xelkê Îranê.
Em didin zanîn ku di vê dema dijwar de em hevxem û hevpiştên xelkê Komara Îslamî ya Îranê ne.”
Çi bûbû?
Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev doh li ser sînorê Îranê û Azerbeycanê bi merasîmeke fermî bendavek vekiribû.
Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ketibû.
Doh ji ber şer û mercên xerab ên hewayê karên lêgerînê bi zehmetî dihatin kirin.
Enqaza helîkopterê îro (piştî ketina wê 15 saetan) bi dronan hat tesbîtkirin û derket holê ku li cihê enqaza helîkopterê ti nîşaneyên jiyanê nînin.
Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku kes ji qezayê bi saxîtî nefiliye.
Kî û kî mirine?
Piştre hat ragihandin ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî canê xwe ji dest daye.
Li hêla din 2 rayedarên leşkerî yên pilebilind ên Supaya Pasdaran û 3 muretebat jî di heman helîkopterê de mirine.