Erdogan îro diçe herêma erdhejê

20-05-2023
RÛDAW
Nîşan Herêma Erdhejê Erdogan Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di çarçoveya kar û xebatên hilbijartinên 28ê Gulanê de îro diçe parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê û di serdanê de Serokê MHPê Devlet Bahçeli jî cih digire.

Serokkomarê Tirkiyê û berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan îro 20ê Gulana 2023an ji Stenbolê ber bi herêma erdhejên 6ê Sibatê rê dikeve.

Li gor agahiyan Erdogan serdana xwe ji parêzgeha Semsûrê dide destpêkirin ku tenê hefteyek maye ji gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê re.

Hatiye plankirin ku piştî serdana Semsûrê Erdogan derbasî parêzgeha Mereşê bibe ku navenda erdhejên 6ê Sibatê bû û piştre jî dê serdana parêzgehên Hatay û Dîlokê bike.

Di serdana parêzgeha Hatayê de Erdogan dê beşdarî vekirina Nexweşxaneya Dewletê ya Defneyê bibe ku bingehê wê 24ê Adarê hatibû danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst